• Friday, 20 February 2026
logo

Civîna Nêçîrvan Barzanî û Erdogan bidawî hat

Gulan Media December 26, 2015 Nûçe
Civîna Nêçîrvan Barzanî û Erdogan bidawî hat

Civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan bidawî hat.

Peyamnêrê K24 ji cihê civînê diyar kir ku, civîna beriya bîstekê di navbera Barzanî Erdogan de li koşka serokatiyê ye li Stenbolê dest pê kiribû, bidawî hat.

Barzanî îro nîvro bi mebesta gotûbêjkirina çend pirsên siyasî û aborî yên di rojevê de, gehiştiye Tirkiyê.

Destpêkê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ligel hevşanê xwe yê Tirkî, Ahmed Davutoglu civiya bû.

Di civînê de jî, alaya Kurdistanê li tenişt alaya Iraq û Tirkiyê hatibû danîn.

Top