• Friday, 20 February 2026
logo

Serokwezîr Barzanî jî bi Ala Kurdistanê hat pêşwazîkirin

Gulan Media December 26, 2015 Nûçe
Serokwezîr Barzanî jî bi Ala Kurdistanê hat pêşwazîkirin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu re hevdîtin pêk anî.

Serokwezîr Barzanî, îro çû Tiriyê û li bajarê Stenbolê li Koşka Dolmabahçe bi Davûtoglu re hevdîtin kir.

Barzanî dê paşê jî bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re rûnê.

Peyamnêrê Rûdawê li Stenbolê Mihemed Izedîn ragihand, Barzanî û rayedarên Tirk dê li ser wergirtina deyn ji bo Herêma Kurdistanê, çawaniya hinartina gaza sirûştî ya Kurdistanê bo Tirkiyê û rewşa deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl, ku ev çend roj in ji ber aloziyên Bakur hatiye girtin, gotûbêj bikin.

Di serdana Serokwezîr Barzanî de jî mîna ya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Ala Kurdistanê li kêleka alên Iraq û Tirkiyê hat danîn.

Rudaw
Top