• Friday, 20 February 2026
logo

Çima Davûdoglu civîn bi Demîrtaş re betal kir?

Gulan Media December 26, 2015 Nûçe
Çima Davûdoglu civîn bi Demîrtaş re betal kir?
Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davûdoglu civîna xwe ya çaverêkirî ya ligel Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş betal kir.

Piştî Şer û Pevçûnên vê dawiyê yên Bakurê Kurdistanê Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu daxwaza civînê ji her 3 partiyên dijbereyê kiribû, her yek ji HDP û CHP û MHPê bi awayekî erênî bersiva banga Davûtoglu dabûn û biryar bû roja 30ê vê mehê gotûbêjên wan dest pê kiribana.

Herwiha biryar bû Ahmet Davûdoglu û Selahedîn Demîrtaş rewşa giştî ya Tirkiyê gotûbêj kirbana, lê Davûdoglu îro ew civîn betal kir.

Serokwezîra Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand ku, civîna Davûdoglu û Demîrtaş betal bû ji ber ku, piştî daxuyaniyên vê dawiyê yên berpirsên HDPê êdî pêwîstî bi civînê nemaye.


Berpirsên HDPê piştgirî dabûn xendekên li Bakurê Kurdistanê û daxwaza xweseriyê li Bakur kiribûn.

Li gorî wê daxuyaniyê, operasyona hêzên Tirkiyê li dijî xendekan dê berdewam be û kesên ku zerer dîtine dê werin tawîz ango qerebûkirin.

Rudaw
Top