Malbatên leşkerên di destê PKKê de daxwaza alîkariyê dikin
Xizmên leşker û polîsên ku wek dîl ketine destê PKKê daxwaza alîkariyê li parlamentoyê kirin. Malbat dixwazin yekser şer bi dawî bibe û bo vê yekê daxwaz li partiyên siyasî kirin ku werin ba hev.
Di encama Operasyonên li ser bajarên Bakurê Kurdistanê PKKê hejmarek leşker û polîs dîl girtin. Malbatên wan leşker û polîsan dixwazin bigihin zarokên xwe û bo vê yekê berê xwe dan parlamentoya Tirkiyê û daxwaz ji partiyên siyasî kirin ku komîsyonekê pêkbînin bo azadkirina zarokên wan.
Hevsera polîsê dîl Sedat Yabalak, Burcu Yabalak got ku ev 5 meh in wê tu agahî ji hevserê xwe wernegirtiye: "Eger min bizanîba dê hewqasî dirêj bibe, ez ê li pêy wî biketimaya û minê çiya bihejanda. Hevserê min polîsê dewletê ye. Hûn çi bikin, bikin, dest ji kursiyên xwe berdin."
Malbatên polîs û leşkeran bi HDPê re jî civiyan. Cîgirê Serokê Koma HDPê İdris Baluken dibêje ev mesele, tenê ne meselaya HDPê ye û divê hemû partî li ser bisekinin.
Baluken got heger heta niha komisyonek hatiba pêkanên niha ew leşker û polîs gihiştibûn malbatên xwe û ew wek HDP her tim amade ne ku berpirsiyariyê werbigirin: "Bila hefteyekê dest ji şer berdin, ma dê çi ji destê wan here. Bila operasyonan rawestînin em ê yekser şandekê pêkbînin û dest bi hewldanan bikin. Em hêvî dikin ku operasyon rawestin."
Piştî civînê Bavê Berbaz Semih Ozbey, Gûrsel Ozbey da zanîn ku wî ji Serokwezîr Davutoglu daxwaz kiriye, HDP berpirsiyariyê werbigire û li ser vê daxwazê Davutoglu gotiye hevalên me bi HDPê re hevdîtinan dikin. Li ser van gotinên Ozbey Baluken got; "Divê em vê ji wî re bêjin. Haya me ji hevdîtineke wiha nîn e. Serokwezîr tenê xwestiye we aş bike."
Basnews
