• Friday, 20 February 2026
logo

Serokwezîr Barzanî îro diçe Tirkiyê

Gulan Media December 26, 2015 Nûçe
Serokwezîr Barzanî îro diçe Tirkiyê
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê bi Serokwezîr û Serokomarê Tirkiyê re hevdîtin bike.

Serokwezîr Barzanî dê îro serdana Tirkiyê bike û li bajarê Stenbolê bi Serokwezîr Ahmet Davûtoglu û Serokomar Erdogan re hevdîtin bike.

Hat zanîn ku hevdîtina Barzanî û Davûtoglu saet 12:00 bi dema Enqerê (13:00 bi dema Hewlêrê) û hevdîtina Barzanî û Erdogan jî saet 14:00 bi dema Enqerê (15:00 bi dema Hewlêrê) ye.

Li gorî agahiyên Rûdawê, Serokwezîr Barzanî dê bi rayedarên Tirk re li ser pêwendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê, şerê DAIŞê û kirîza Başîkê gotûbêj bike.

Destpêka vê mehê jî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî çûbû Tirkiyê û bi rayedarên Enqerê re hevdîtin kiribû.

Di pêşwazîkirina Barzanî de, Ala Kurdistanê jî hatibû danîn.

Rudaw
Top