• Friday, 20 February 2026
logo

El Heyat: Barzanî dîtinên Navdewletî yên ji bo pirsa Kurd diguhere

Gulan Media December 26, 2015 Nûçe
El Heyat: Barzanî dîtinên Navdewletî yên ji bo pirsa Kurd diguhere

Rojnameya El Heyat raportek amadekiriye û di raportê de amaje bi pêwendiyên Tirkiyê û Îraqê kiriye û diyar kiriye ku pêwendiyên Tirkiyê û Îraqê xwedî dîrokekî kevne, lê rewşa navdewletî û rewşa dabeşbûna pêwendî û tifaqên navxweyî yên Îraqê, bi taybetî piştgirî kirina Tirkiyê bo pêkhateya Sunne, pêwendiyên di nava Enqere û Bexda bi xirabî asteng kiriye.

Herwaha di rojnameyê de ev pirsgirêkên ku di navbera Tirkiyê û Îraqê de hene û mezin bûna pirsgirêkan yek sedemek jî wek hatin û bicihbûna leşkerê Tirkiyê yê ku nêzîk bajarê Mûsilê hatiye rawekirin. Ligel têkçûna pêwendiyên Bexda û Enqerê, Herêma Kurdistanê peywendiyên xwe yên li gel hikûmeta Tirkiyê û bi taybet jî pêşwazî kirina fermî ya berpirsên asta jorîn ên Tirkiyê li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wek pêşkevtineke ser bi xwe tê destnîşan kirin û El Heyat di wê derbarê de dibêje Hewlêr bi vê hejmara mezin kes nikare berçav negre.

Li gorî çavdêrên siyasî ev rojnameye pêgeha Herêma Kurdistanê li aliyekê, kesayeta Mesûd Barzanî li aliyekê dikeve û pêwendiyên navdewletî rewşekî Bi wî awayî derdikeve pêş ku, ‘’bi awayekê Herêma Kurdistan wek dewlet rola xwe hebe ku li çêbûna biryarên siyasî û navnetewî de xwedî bandor be.’’ Piştî êrîşên rêxistina DAİŞê ,avabûna Hevpeymaniya Navdewletî û şerê Pêşmergeyên Kurdistanê lidijî vê rêxistinê wekû El heyat di vê raportê de behs dike, hêzên hevpeyman ‘’wek sengerek herî giring û serbixwe çav li Herêma Kurdistanê dikin. Hewlêr kirine pêgaha hêzên navdewletî û ji bo vê jî Hewlêr bûye cîhê li dijî terorîzma navdewletî.’’

Rojnamevan Rafd Cibûrî di raportekî El Heyat de dibêje ku li gorî wî têkçûna peywendiyên Îraq û Tirkiyê sedemê xwe yê serekî ne tenê ji aliyê Tirkiyê ve şandin û bi cîh kirina leşkeran li nêzîk Mûsilê ye. Ji ber ku Herêma Kurdistanê hêz û qeweta xwe heye li ser welatekî mezin ê wek Tirkiyê û biryarên stratejîk’’

Ew rojnamevan herwaha behsa pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê Recep Teyîb Erdogan, û Ehmed Davutoglu û danîna alaya Kurdistanê li cîhê civînê de guhartina dîtina Tirkiyê ye ya li Herêma Kurdistanê.

Cbûrî herwaha di raporta xwe de amaje bi dabeşbûna welatên cîhanê li hember pêşhateyan û Tirkiyê kiriye û Tirkiyê , Herêma Kurdistan û Sûnneyan li Îraqê di yêk bereyê de dibîne û di dawî de her ew bereye wê serkeftî bibe li hember berey Şîeyên Îraqê ku girêdayî Şîeyên Îranê ne.

Li gor vê raportê û nûserê wê, Herêma Kurdistan li çareserkirina stratejîk de bi hêza Tirkiyê û Amerîka de bi serokatiya Mesûd Barzanî, ji aliyê erdnîgarî û siyasî de pêwendiyekî bi hêze û pêgeheki diyare.

Basnews
Top