• Friday, 20 February 2026
logo

Partiya Komonîst a Rûsya: Amerîka wisa kir Tirkiyê balafira me xist!

Gulan Media December 26, 2015 Nûçe
Partiya Komonîst a Rûsya: Amerîka wisa kir Tirkiyê balafira me xist!
Serokê Partiya Komonîst a Rûsya Gennadî Zîganov îdia kir ku Amerîka li pişt bûyera xistina balafir Rûsya ji aliyê Tirkiyê ve ye.

Serokê Partiya Komonîst a Rûsya Gennadî Zîganov ji ajansa Federal a Nûçeyên Siyasî re axivî û got, Amerîka dixwaze bi nakokiyên leşkerî xwe li ser piyan bigire.

Gennadî Zîganov wiha domand: “Ew (Amerîka) ji bo ku 18 tirîlyon denyê xwe nehêlin ji wan re nakokiyên leşkerî lazim e. Di her du şerên cîhanê de jî wisa kirin. Bûyera xistina balafira Rûsya jî mînakek vê rastiyê ye. Bi vî rengî NATO li dijî welatê me provokaasyonek mezin kir. Li gorî min Amerîka li pişt bûyera balafirê ye ji ber ku Washingtonê gellek caran tiştên wiha kiriye.”

Wî siyasetmedarê Rûs diyar kir ku nabe Rûsya li dijî Tirkiyê pêngavên tund bavêje û got, divê mirov li ser xwe be. Divê em jibîr nekin ku Tirkiye yek ji wan welatan e ku pêşiya hemiyan, Sovyet nas kir. Di şerê cîhanê yê duyem de jî Enqerê bi Hîtler re tifaq jî nekir.

Rudaw
Top