• Friday, 20 February 2026
logo

ENKSê derbasbûna Artêşa Tirk şermezar kir

Gulan Media December 26, 2015 Nûçe
ENKSê derbasbûna Artêşa Tirk şermezar kir
Encumena Niştamanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) derbasbûna leşkerên Tirk ji bo nava axa Rojavayê Kurdistanê şermezar kir.

Li ser derbasbûna leşkerên Tirk ji bo nava axa Rojavayê Kurdistanê ENKS daxuyaniyek belav kir û ragihand, kiryara Artêşa Tirkiyê jiyana xelkê dixe xetere û dibe sedema ku welatî ji cihê xwe koç bikin.

ENKS ew karê Artêşa Tirk şermezar kir û ragihand ku divê hikûmeta Tirkiyê gavên berbiçav ji bo çareskirina pirsa kurd bavêje û bi partiyên kurdî re bikeve diyalogê.

Emîndariya Giştî ya ENKS herwiha bang li PKKê jî kir giraniya xebata xwe bide ser aştiyê û projeya ku Abdullah Ocalan dest pê kiriye û ji çareseriya leşkerî û tundrewiyê bi dûrkeve.

Encumena kurdî ji hikûmeta Tirkiyê û PKK xwest şerê li nava bajaran rawestînin û ji bo bidestxistina mafê gelê Kurdistanê li Bakurê Kurdistana di zûtirîn dem de derbasî diyalogê bibin.

Herwiha xwest ku Artêşa Tirkiyê hêza xwe ji gundên Semisax û Letîfoyê li ser sînorê Qamişlo û Rimêlanê vekişîne.

Rudaw
Top