Cîgirê Davutoglu behsa girtina HDPê kir
Alikarê Giştî yê AK Partiyê Mehmet Ali Şahin, HDP hişyar kir û got: ‘’Heger armanca we ne daxistina partîyê be, sîstêma Demokratîk heye ku bi vî halî nikare tehemila we bike.’’
Mehmet Ali Şahin li bajarê Karabûkê axiwî û gef li Partiya Gelan HPP xwar in. Şahin got: ‘’Min li 2 partiyên siyasî yên hatin daxistin de parlamenterî kir. Lê eve 13-14 sale di serdema desthiladariya AK Partiyê de bi derxistina yasayan û vegûherîna destûrî ve daxistina partiyan me qedexe kir. Ma gelo 13-14 sale kesekê bihîstiye ku partî hatibin girtin? ‘’
Şahin herwaha berdema axaftina xwe de got: ‘’Li Tirkiyê Partiyeke siyasî heye bi navê HDP, partiyên siyasî serî li rêyên terorê nadin. Li gel rêxistinên terorê hevkariyê nakin. Wek dirêjahiya rêxistineke terorê xwe nîşan naden. Ez bang dikim ey HDP heger birastî hûn dixwazin fikir û nêrînên xwe bi rêyên siyasî bi jiyanî bikin, bi rêya terorê bi çi awayekê hûnê nikaribin vê yekê bikin. Ev daxûyaniyên Selahattîn Demîrtaş li çi welatekî demokratîk bên kirin wê ew partî yêkser were girtin. Ji bo vê Demîrtaş û herkes pêwîste nirxê vê sîstema demokratîk a li Tirkiyê heyî baş bizanin.’’
basnews
