• Friday, 20 February 2026
logo

'Barzanî ji rewşa Bakurê Kurdistanê nîgeran e'

Gulan Media December 25, 2015 Nûçe
'Barzanî ji rewşa Bakurê Kurdistanê nîgeran e'

Rawêjkarê Serokê Herêma Kurdistanê da zanîn ku peyameke taybet a Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo hikûmeta Tirkiyê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) heye û peyam wan axaftinan li xwe digire ku di serdana xwe ya dawî de ji her du aliyan re gotiye.

Derbarê rewşa dawî ya Bakurê Kurdistanê de, Rawêjkarê Serokê Herêma Kurdistanê Kîfah Mehmûd ji BasNewsê re got: "Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji rewşa Bakurê Kurdistanê nîgeran e, ji ber roj bi roj xelk ji ber vê rewşê dibin qurbanî, şer û alozî li navçeyê heye, loma peyameke taybet a Barzanî heye ku dive her du alî li proseya aûtiyê vegerin, ew hemû şer û aloziyên li Bakurê Kurdistanê bên rawestandin û aştî û maseya gotûbêjê bi armanca her du aliyan."

Kîfah Mehmûd wiha axifî: "Di civîna Barzanî û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de, Serokê Herêma Kurdistanê bi awayekî eşkere ragehand ku kesekî ji şer sûd wernegirtiye û şer jî ne di berjewendiya ti aliyekî de, loma daxwaz kiriye, heta zû be aloziyan rawestînin." Mehmûd, da zanîn ku Barzanî ji hikûmeta Tirkiyê re jî gotiye ku ji xeynî dirêjepêdan bi proseya aştiyê ti çareseriyeke din nîne.

Basnews
Top