Rêxistineke Mirovî: YPG zarokan çekdar dike
Carek din mijara çekdarkirina zarokan ji aliyê YPGê ve ji aliyê hinek malbatên ku zarokên wan hatine çekdarkirin ket rojevê.
Hinek malbatên ku zarokên wan ji aliyê YPG ve hatine çekdarkirin, li dijî çekdarkirina zarokên xwe derdiketine.
Welîd Birahîm zarokekî kurd ê ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ye ku temenê wî 15 sal e û berî salekê ji alyê komeke nêzîk ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji dibistanê hat birin û li kampeke YPGê perwerdeya leşkerî dît.
Berpirsa Şaxê Almanya a Rêxistina Berevaniya di ber Mafên Zarokên Rojavayê Kurdistanê de Lava Hesen ji Rûdawê re ragihand, Welîd berî salekê bêyî destûra malbata xwe li gel hevalê xwe Alan tevlî refên YPGê bû û malbata wî li gel malabata Alan dest bi geriyana li dûv zarokên xwe û bidestxistina agahiyan lis ser wan kirin.
Lava Hesen piştî çend bizavan, bavê Alan karîbû kurê xwe vegerîne ji ber ku ew endamê asayişê bû, lê malbata Welîd kirin û nekirin lê wan nikarîbû kurê xwe vegerandibana.
Lava Hesen ku berî niha li gel malbata Welîd civiyaye tekez dike, ku nexweşiya gurçikan bi Welîd re heye û ji ber vê nexweşiyê û ji ber temenê wî yê biçûk çênabe ew were çekdarkirin.
Lava Hesen herwiha amaje bi gotinên malbata Welîd Îbrahîm dike û dibêje, carekê dayika Welîd serdana serbazgeha kurê xwe kir û bi girî ji fermandarê wê serbazgehê xwest ku kurê wê vegerînin, lê wî fermandarî bi hişkî bersiva wê daye û jê re gotiye: “Ji Kurdistana me derkev.”
Navhatî tekez kir, ku zaniyarî ji hinek endamên Asayişê li cem wê hene û ew zaniyarî didin xuyakirin, ku Welîd bi xwe jî carekê çûye cem fermandarê serbazgeha xwe û bi girî li ber wî geriyaye û destê wî maç kirye daku rê bidin ew li malbata xwe vegere.
Li gor gotina Lava Hesen, wî fermandarê YPGê ew daxwaza dayika Welîd red kiriye.
YPGê: Me çekdarkirina zarokan rawestandiye
Li hember van rexneyan, berpirsên YPGê tekez dikin ku wan çekdarkirina zarokan rawestandiye û zarokên ku dixwazin tevlî wan bibin, ew wan qebûl nakin û wan li malbatên wan vedgerînin.
YPGê di meha Befranbar a 2014ê rêkevtinek bi rêxistineke navdewletî ya mafên zarokan re îmza kiribû, ku li gor wê rêkevtinê YPG gerek rê nede zarokê di bin temenê 18 saliyê de tevlî refên wê bibin û şervanên xwe yên biçûk jî ji refên xwe derxîne û bişîne nav malbatên wan
Rudaw
