• Friday, 20 February 2026
logo

Sedema neçûna Şanda Herêma Kurdistanê bo Bexda hate ragehandin

Gulan Media December 25, 2015 Nûçe
Sedema neçûna Şanda Herêma Kurdistanê bo Bexda hate ragehandin

Cîgirê Serokê Lîsta Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di parlemena Iraqê de Dr. Tariq Gerdî ragehand ku, şanda Hrêma Kurdistanê naçe Bexda û tekez kir: “Herêma Kurdistanê berdewam dê petrol xwe bifroşe.”

Derbarê neçûna Şanda Herêma Kurdistanê bo Bexda Dr. Tariq Gerdî ji BasNews re ragehand: “Çi dema ku Hikûmeta Bexda bihêz dibe, fişarê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike, heta wê pileyê ku fişarê dike ku ew dê hêzê lidijî Pêşmerge bikarbîne, jiber wê baweriya dinavbera herdu aliyan de nemaye, em neçarin ku serxwebûna abûrî rabighînin.”

Navborî hin zanyarî eşkere kirin û got: “Tê pêşbînî kirin ku di meha Adara bê de rewşa Herêma Kurdistanê ya Abûrî baştirbibe, jiber wê nirxê bermîla petrolê bilind bibe bo 40 dolarî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez kiriye ku em dê heta 700 hezar bermîl bifroşin, Bexda her nikare 17% ku pişka Herêma Kurdistanê ye ji budceya giştî ya Iraqê ye.” Herwiha got: “Dema niyet baş hebe wê Nêçîrvan Barzanî biçe Bexda, lê heger tiştek baş nebe ew naçe û em dê berdewam bin li ser siyaseta xwe di ware petrolê de.”

Basnews
Top