Peyama Serok Barzanî ya helkefta hatina cejna ji dayikbûna Hezretî Mesîh
Niha ku Iraq û navçeya me li bin hereşeya teror û tundrewiyê daye yek ji erkê serekiyê me hemû aliyek parastina pêkvejiyan û tebayî ya pêkhatên cûda cûda ya ol û neteweyiyane û nabê rê bidin li jêr hîç pasawek da ew tebayî û pêkvejiyan bê têkdan.
Mixabin li van salên dawî da xuşk û birayên Mesîhî li Iraqê da ketine ber hereşe û înkarkariyê, û li encama êrîşa dirindaneya Da'îş cihên dîrokiyên wan û bajar û gund û navçeyên xuşk û birayên me yên Mesîhî li parêzgeha Nînowa ketine bin dagîrkeriya terorîstan.
Spas ji bo xweda li ser destê Pêşmerge, terorîst tûşî şikestên mezin hatin û pişt bi xwedayê mezin şikestê yek carekiya wan nêzîke û xuşk û birayên me yên mesîhî bi serbilindî vegerin cihên xwe. Pêwîste piştî Da'îş rêwşuwênên wiha li ber bê girtin ku êdî karesat dûbare nebin û hemû aliyek bi aştî li gel hevdû da bijîn. Tawan û dirindeyî ya Da'îş divê zêdetir me han bide dest bi bihayên miroviyên gelê Kurdistanê bi hemû pêkhatên xwe ve bigrîn. Xuşk û birayên mesîhî ji wê yekê piştrast dikim ku Kurdistan welatê wane û gelê Kurdistanê palpiştê wane û divê em hemû bi pêkve bi serbestî û azadiyê de bijîn.
Hêvîdarim ev cejn bibê cihê xêr û bexteweriya we û hemû salek li sayeya aramî û azadiyê da cejnên xwe pîroz bikin.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
24.12.2015
