Mêrdîn – 2 sivîl hatin kuştin 2 jî birîndar bûn
Şeva borî derdora saet 22:00, malek rastî êrişa çekdarî hat, di bûyerê de kesê bi navê Necîm Kiliç (67 salî) û keça wî Sebahet Kiliç (28 salî) hatin kuştin, 2 endamên din ên wê malbatê jî bi giranî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneya Kerboranê.
Medyaya Tirkiyê dibêje, ew malbat mirovên berpirsê AKPê yê Kerboranê bûn ji ber wê jî bûyerê davêjin stûyê PKKê.
Medyaya nêzîkî PKKê jî dibêje, ew êriş ji aliyê hêzên taybet ên Tirk ve hatiye kirin.
Ji roja 11ê vê mehê ve heta niha, li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê derketina derve qedexe ye û şerekî giran di navbera hêzên Tirk û şervanên YDG-Hê de didome.
Rudaw
