• Friday, 20 February 2026
logo

Leyla Zana: Dixwazin Kurda bixin nav Lozanekê nû de

Gulan Media December 24, 2015 Nûçe
Leyla Zana: Dixwazin Kurda bixin nav Lozanekê nû de

Şerê di nabeyna PKK ê û devleta Tirkiyê, rewşek xirap li Bakûrê Kurdistanê avakiriye, her bi vê sedemê jî parlamenterên HDPê berdevam rexne li hikûmetê dikin û daxwaz ji hikûmetê dikin ku kûştina xelkê medenî, qedexekirina derketina kolanan û hatiçûnê rabikin.

Li ser rewşa xirab a Bakûrê Kurdistanê Leyla Zana got: ‘’Hûn dixwazin Kurda bixin nav Lozanekê nû de’’

Leyla Zana di berdevama axaftina xwe de got: ‘’Yêk ziman, yêk al, yêk millet û yêk ol, tê wateya zihnîyeta take mêjîbûn. Ew yêk ne exlaqiye, ji bo mirovahiyê jî çi berhemekê awanake.’’

Zana di berdevama axaftina xwe de diyar kir; ‘’Em dizanin dixwazin Kurda bixin nav peymanên nû û Lozanê nû. Em dibînin ku çawa gel dikin armanca êrîşên xwe û tenê ji ber ku Kurdin kûştina xelkê medenî nakin pirsgirêk. Ewa her ew zihnîyete ku hikûmetên berî naha li ser bi rêvediçun.’’

Basnews
Top