• Friday, 20 February 2026
logo

“Ocalan: PKK xeletî kir, êdî tiştek ji destê min nayê!”

Gulan Media December 24, 2015 Nûçe
“Ocalan: PKK xeletî kir, êdî tiştek ji destê min nayê!”
Rojnameyeke Tirkiyê îdia kiriye ku rêberê PKKê Abdullah Ocalan gotiye, şerê niha yê PKKê li nav bajaran de “xelet e, gel jî piştgirî nake lewma vê gavê tiştek ji destê min nayê”.

Rojnameya Taraf a Tirkiyê, di hejmara xwe ya îro de li ser zarê “rayedarên dewletê” îdia kiriye ku rêberê PKKê Abdullah, ji ber şer û aloziyên vê dawiyê yên li Bakurê Kurdistanê, him PKK rexne kiriye him jî dewlet.

Li gorî nûçeyê, Ocalan bersiva bangên zindîkirina “pêvajoya çareseriyê” daye û gotiye, “Ezê nekaribim tiştekî bikim çimkî PKKê rewş xelet xwendiye û bûye darê destê hêzên navdewletî. Bi şerê xendekan jiyana gel xistiye metirsiyê. Gel jî ev dîtiye ji ber wê jî pişta PKKê nagire. Ti şerek bêyî piştgiriya gel bi ser nakeve…”

Ocalan ji 6ê Nîsana îsal ve, ne bi malbata xwe re hevdîtin kiriye ne jî bi şanda Îmraliyê ya HDPê re.

Derdora 3 mehan e şerekî giran li hinek bajar û deverên Bakurê Kurdistanê didome. Şervanên YDG-Hê, ku tê gotin girêdayî PKKê ye, di nav bajaran de xendeq kolane û li dijî hêzên Tirk şer dikin.

Ji ber şerê bajaran, heta niha bi deh hezaran welatî neçar mane mal û cihê xwe berdin, bi dehan kes hatine kuştin, bi sedan kes jî birîndar bûne.

Rudaw
Top