• Friday, 20 February 2026
logo

Rojnameyên Tirkiyê – Demîrtaş Tirkiye firot!

Gulan Media December 24, 2015 Nûçe
Rojnameyên Tirkiyê – Demîrtaş Tirkiye firot!
Rojev ji sernavên li ser serdana Silhedîn Demîrtaş û şanda HDPê ya Mosko ye. Ragihandina nêzîkî hikûmetê ev serdan wek xiyanet nirxandiye û wek hewldana HDPê dibîne ji bo daxwaza harîkariyê bê kirin ji Rûsya bi PYDê re li Sûrî. Encamên şerr û operasyonên li Bakurê Kurdistanê, daxwaza Dawûdoglû ji bo hevdîtinên li ser esasên destûra bingehîn ji partiyên siyasî, sernavên din yên rojeva ragihandinê ne.

TARAF

-Lûtkeya Rojava…
Lavrov li Mosko ji Demîrtaş re got; emê hay ji nirxandina HDP ya li ser Sûrî hebin. Kurd li Sûrî û Iraq li dij DAIŞê, ji bo mafê jiyanê li ser erd û aqarên xwe têdikoşin. Rüsya amade ye li gel wan kesan hevkariyê bike ku li dij DAIŞê, bi rêya bejê şer dikin. Dîtinên HDPê yên li ser Sûrî ji bo me girîng in.

- Ocalan; siyaseta li ser xendekan şaş e. Li gor agahiyên ku ji rayedarên dewletê hatin wergirtin, Abdullah Ocalan ne li gel wê yekê ye ku ev şerrê xendekan despêkir di rewşeke wiha de ku xelk jî ne piştgirê vê yekê ye. Tê ragihandin ku Ocalan naxwaze niha tevlî vê reswşê bibe ku bi baweriya wî ev bi kêr nayê jî. Amaje bi wê yekê kir ku PKK rewşa herêmê bi awirekî şaş xwend û xwe kir alavê destê hêzên navdewletî. Bi şerrê ji xendekan jiyana sivîlan xist nav xeterê, xelkê ev yek dît û piştgirî nedayê. Şerrekî bê harikariya xelkê nikare here serî.

- Idrîs Balûken; HDP vexwendina Dawûdoglû ya hevdîtinê qebûl dike. Bila van operasyonan rawestînin, em niha şandekê amade bikin ji bo alîkariyê. Dawûdoglû ji bo pêkanîna destûreke nû daxwaza hevdîtinê kiribû ji hemû partiyên siyasî.

CUMHURIYET

-Topa hawanê li balafirxaneyê ket
Li balafirxaneya Sebîha Gokcen destê sibehê teqîneke xurt pêk hat. Karkereke balafirxaneyê mir, pênc kes birîndar bûn, gellek balafirr zirar gihîşt wan. Ev teqîna ku heta niha jî bi awayekî resmî bi ti daxuyanekê eşkere nebûye, xerîb e. Li gor amaran êrîş ji 500 mîtro dûr ve ji nav daristana li dor bafirxaneyê pêk hatiye. Rayedarên resmî ti daxuyaniyekê nadin di vî warî de.

- Erdogan dîsa li Serayê muxtar li hev kom kirin û ji wan xwest ku li ser sîstema serokatiyê kar bikin ku bi xelkê bidin famkirin çi ye û çima pêwist e?

VATAN

-Ji bo Destûra Bingehîn pêngava yekemîn…
Hersê partiyên siyasî jï daxwaza hevdîtina Dawûdoglû qebûl kirin. Dora yekemîn dê di nav 11 rojan bi dawî bibe. Kilicdaroglû, her 4 bendên despêkê xeta me ya sor e got û derî li ber sîstema serokatiyê girt. Baxçelî jî her 4 bend divê bimînin herwiha nasîna tirkayetiyê divê bê parastin. Demîrtaş, em amade ne li ser destûreke ku rê dide azadiyan û li ser gorankariyeke bi tevahî ya naveroka wê gotûbêj bikin.

HURRIYET

-Berdêla terorê…
Hêzên ewlehiyê ji 13 navçeyan 8an ji destê rêxistina terorî rizgar kirin. Operasyon li 5 bajaran berdewam in. Ji Cizîr, Silopya, Kerboran, Nisêbîn û Sûrê 100 hezar kes koç kirin. Ji 7 bajaran li 17 navçeyan qedexetiya derketinê pêk hat ev yek bandor li milyonek û 300 hezar kesî kir. 783 saziyên dewletê ji ber êrîşên PKKê zirar dîtin. 7 hezar kes serî li walîtiyan dan ku zirar û ziyanê wan bê qerebûkirin.

SABAH

-Rêxistina Lêborînê ya Navneteweyî, bi raporekê Erdogan mafdar derxist. Rapor; belê balafirrên Rûs li Sûrî li sivîlan dixin. Herî kêm 200 kes hatin kuştin, ev tawanê şerr e.

YENİ ŞAFAK

-Xayîn…
Demîrtaş çû Moskoyê û Tirkiye firot. HDP bi aşkerahî bi dinyayê da zanîn ku li rex Rûsya cî digre. Li Mosko li rex Lavrov dîmenên germ gihand bi hemû derdoran û got, Tirkiye bê maf bû di daxistina balafirra Rûs de. Herwiha ji bo ku PYD bikaribe derbasî rojavayê Ferad bibe, ji Rûsya daxwaza harîkariyê jî kir. Pişt re bi qasî saetekê dûrî ragihandinê hevditineke taybet pêk anîn ku tê de bazara harîkariya bi PYDê re mijara gitûbêjê bû.

EVRENSEL

-"Cenazeyê diya min bi rojan e li nav kolanê ye!”…
Lawê Taybet Înan ku çend roj in cendekê wê li nav kolanê maye kire qîrîn û hawar ku gelo wijdan nemaye bi kesî re. Bav û apê wî diçin ku cenaze vekişînin, êrîş bi ser wan de jî pêk tê, ap hat kuştin bav birîndar bû.

- Evrensel di sergotara xwe de amaje bi vî şerrî dike ku êdî gihîştiye radeya tunekirina bi tûmerî. Jineke 50 salî dayika 11 zarokan bi rojan e kuştî li nîvê kiolanê tê hêlan, nahêlin kes here wê veşêre. Serfermandeya leşkerî radigihîne ku di nav hefteyekê de 168 terorîst tên kuştin û dezgehên ragihandinê bi roj pê de bêy ku yek pirsyarekê li ser vê daxuyaniyê bikin, bi dorê li pey hev wê belav dikin. Kes nabêje ev çi cûre şerr e? Ma ti kes nabêje li ku derê ne ev hemû kuştî? Rola ragihandinê ya esasî ew e ku bipirse û li ser vekole, lê nakin. Tenha rastî ew e ku şerrekî hovane û bê qaîde bi rê ve diçe ku ji ber komkujiyê jî xwe nadin alî. Ragihandin dibe alîkarê vê hişmendiya hevkar û kirêt û dilê raya giştî gij dike. Ev yek dê wiha nedome.

Sozcu

-AKP, HDP û Apo li ser sîstema serokatiya li hev kirin…

Alîkarê Serokê Giştî yê MHPê Umît Ozdag îdia dike, AKP, HDP û Apo li ser sîstema serokatiyê ya ku Erdogan dixwaze, li hev kirine.

Rudaw
Top