• Friday, 20 February 2026
logo

Bi dehan malbatên êzîdî îro vedigerin Şingalê!

Gulan Media December 24, 2015 Nûçe
Bi dehan malbatên êzîdî îro vedigerin Şingalê!
Derdora 100 malbatên êzîdî biryar dane vegerin bajarê Şingalê, ku Mijdara îsal ji aliyê Pêşmerge ve hat rizgarkirin.

Îro bi dehan malbatên êzîdî yên devera Şingalê, ku ji ber şerê DAIŞê koçber bibûn, dê vegerin malên xwe.

Yek ji wan kurdên êzîdî, ji Rûdawê re got, derdora 100-150 malbatên êzîdî biryar dane îro vegerin Şingalê.

Wî welatiyê êzîdî her wiha da zanîn, di nav 10 rojan din de dê derdora 300-400 malbatên din vegerin Şingalê û got, em xelkê navçeya Xanesorê ya Şingalê û ji eşîra Dexiya Hesen Aşûr in.

Wî kurdê êzîdî bang li hikûmetê jî kir ku av, elektrîk û xizmetguzariyên pêwîst ji wan re dabîn bikin û got, em îro kêfxweş in ku vedigerin ser war û malê xwe.

Êzîdiyekî din ê ku biryar daye vegere Şingalê, ji Rûdawê r got, em dixwazin alîkariye me bikin lê beriya her tiştî daxwaza me ewlehî û parastin e.

Bajarê Şingalê roja 12ê Mijdara îsal, ji aliyê hêzên Pêşmerge ve û bi alîkariya balafirên şer ên hêzên hevpeyman ji destê DAIŞê hat derxistin.

Rudaw
Top