• Friday, 20 February 2026
logo

Rûsyayê navendeke leşkerên Tirkiyê bombebaran kir

Gulan Media December 24, 2015 Nûçe
Rûsyayê navendeke leşkerên Tirkiyê bombebaran kir

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragehand ku firokeyên wan li parêzgeha Idlibê ya Sûriyê navendeke perwerdekirina leşkerên Tirkiyê bombebaran kirine.

Di vê derbarê de Berdevkê Wezareta Rûsyayê Igor Konashenkov Got: "Yek ji armanên opoerasyonên me navendeke perwerdekirinê ya leşkerên Tirkiyê û Sovyeta berê bûn."

Berî niha Serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Davutoglu operasyonên Rûsyayê li parêzgeha Idlibê şermezar kiribûn û gotibû ku erdê Sûriyê dê nebe beşek ji armancên Rûsyaya emperyalîst.

Ji aliyê xwe ve Rêxistina Lêborîna Navdewletî (AMNESTY) operasyonên Rûsyayê li Sûriyê wek tawanê şer binav kiribû û eşkere kirbû ku di hundirê mehekê de 200 welatiyên sivîl di encama wan êrîşan de hatine kuştin.

Di 30ê Îlonê de Rûsyayê dest bi opoerasyonên xwe yên li Sûriyê kir, ev yeke jî bû cihê nerazîbûna welatên Rojava û Amerîkayê.

K24
Top