Serok Barzanî pêşwaziya şandekî Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê kir
Li hevdîtinê de rewşa siyasî û emniya Iraq û navçeyê û şerê terorîstan xistin ber behs û guftûgoyan. Her wiha pesna rol û xweragirî û qurbanîdana hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li şerê rubirûbûna terorîstên Da'îş kirin.
Her li vê hevdîtinê de di derbarê kêşe û qeyranên navxweyiyên Herêma Kurdistanê û çawayiya gihiştina çareserî û kodengiya nîştimanî li ser pirsên çarenûssazan de danustandina bîr û ramanan kirin û tekez jî li ser karkirina bi destxistina mafên rewayên gelê Kurdistanê kirin.
Li hevdîtinê de şanda mîhvan spasî xebat û helwest û hewldana Serok Barzanî ya ji bo parastina mafên gelê Kurdistanê û têkşikandina terorîstan û serxistina dîplomasiyeta Herêma Kurdistanê ya li asta herêmayetî û navdewletî de kirin.
