Nêçîrvan Barzanî: Em heysiyeta mirovatî diparêzin
Serokwezîrê Kurdistanê di dema vekirina Konsulusxaneya Îtaliyayê de gotarek pêşkêş kir.
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasîma vekirina Konsulxaneya Îtalyayê ya li Hewlêrê de gotarek pêşkeş kir û vekirina Konsulxaneya Îtalyayê wekî pêngaveke dilxweşker ji bo zêdetir pêşxistina pêwendiyên Îtalya û Kurdistanê bi nav kir.
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de behsa rola Îtalyayê ya di şerê li dijî terorîstên DIŞIê de kir û got: ‘Ji destpêka êrişên terorîstan ên li ser Kurdistanê, Serokwezîrê Îtalyayê serokwezîrê yekemîn bû ku serdana Kurdistanê kir, di şerê li dijî terorîstan de piştgiriya Îtalyayê pêşkêşî xelk û Hikûmeta Kurdistanê kir.’
Di berdewamiya axavtina xwe de, Barzanî sipasiya serbaz û leşkeran îtalî kir ku meşq û perwerdehî dane Pêşmergeyê Kurdistanê; herwiha cejna wan a sersalê pîroz kir.
Barzanî di nav axaftina xwe de peyamek ji malbatên serbaz û leşkerên îtalî re şand û got: ‘Ev serbaz û leşkerên we ji hezar kîlometroyan zêdetir tixûb li pey xwe hiştine û li dijî hovtirîn rêxistina terorîstî ya cîhanê piştevaniya gelê kurd dikin. Xizmên we li şûna civaka navneteweyî vî şerî dikin û em jî şanaz in ku digel we bi wêrekî û mêrxasî mirovatiyê diparêzin. Herêma Kurdistanê û Îraq di hemû waran de pêwistî bi alîkariya navnetweyî heye da ku bikaribin di vî şerî de bi ser kevin.’
Nêçîrvan Barzanî piştî merasîma vekirina Konsulxaneyê, digel Serokê Senatoya Îtalyayê civiya û got ku Hikûmeta Kurdistanê bi pêwendiyên xwe yên digel Îtalyayê dilxweş e û dixwaze van pêwendiyan di hemû waran de xurtir û berfirehtir bike. Deriyên Kurdistanê li pêşiya şirket û karsazên îtalî vekirî ne û hikûmet amade ye ku hemû hêsankariyan ji wan re pêşkêş bike.
