• Friday, 20 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Dezgeha Elmeda kir

Gulan Media December 24, 2015 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Dezgeha Elmeda kir
Roja çarşem 23.12.2015 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn, pêşwaziya Fexrî Kerîm Serokê Dezgeha Elmeda ya rewşenbîrî û ragihandin û hunerî û Serokê Civata Iraqî ya Aştî û Alîkariyê kir.

Li vê hevdîtinê de Fexrî Kerîm behsa rewşa siyasî û emniya Iraqê û wan serkeftinan kir ku li bereyên rûbirûbûna terorîstan de bi dest hatine. Her wiha rola Pêşmerge û hêzên Iraqiyan li şikandina Da'îş de bilind nirxand.

Li mijareke dinê vê hevdîtinê de behsa wê guvaşa cemawerî kirin ku armanca wan derbaskirina Iraqê ji wan qeyranan ku hereşe li welat dikin. Tekez jî li cîh bi cîh kirin û kûr kirina çaksazî û bi deng ve çûna daxwaziyên hemwelatiyan, di derbarê xizmetguzarî û wan binpêkirinên dijî bi demokratiyet û azadiyan de têkirin, kir.

Li beşekî dinê hevdîtinê de behsa rewşa navxweya Herêma Kurdistanê kir û tekez li ser yekrêzî û yekxistina şiyanên bi navê şikandina terorîstên Da'îş û hizra tundrewiyê kir.

Her li vê hevdîtinê de tekez li ser bi hêztir kirina peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê kirin, bo ku pêgeha hevbeşa her dû aliyan li cenga dijî terorê bi hêztir bê û proseya çaksaziya demokratî li gor wê xwesta Iraqiyan pêkbîne.

Her wiha Fexrî Kerîm pesna rola Serok Barzanî ya li serkirdayetîkirina rubirubûna Pêşmerge ya dijî Da'îş kir. Serkeftin û qurbanîdanên Pêşmerge jî bi piştevaniyekî bi hêz ji bo bereya Iraqî ya rizgarkirina axa Iraqê ji Da'îş wesif kir.


Top