Libnan jî dê nûneratiya xwe li Hewlêrê veke
Birîkarê balyozxaneya Libnanê li Iraqê tekez kir ku, ew dê nûneratiya welatê xwe li Herêma Kurdistanê vekin.
Malpera serokatiya hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li birîkarê balyozxaneya Libnanê li Iraqê, Welîd Gusênî kir.
Di hevdîtinê de, Welîd Gusênî pîrozbahiya serkeftinên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir, herwiha pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê bilind nirxand.
Navborî diyar kir jî ku, di nêzîktirîn dem de wê nivîsîngeha nûneratiya Libnanê li Hewlêrê vekin, daku di paşerojê de bibe bingehek ji vekirina balyozxaneya wî welatî re li Herêma Kurdistanê.
Di bermaber de, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî balkişande ser pêwendiyên di navbera Hewlêr û Beyrûtê de tekez li ser bihêzkirina pêwendiyên di navbera her du aliyan de kir.
Duh jî Îtlayayê balyozxaneya xwe li paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêrê vekir.
K24
