Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Civata Rihspiyên Îtalya û şandekî li gel kir
Li hevdîtinê de Serokê Civata Rihspiyên Îtalya xweşhaliya xwe bi vê hevdîtinê û peywendiyên di navbera Îtalya û Herêma Kurdistanê derbirî û pêzanînên xwe li ser xweragirî û xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê hebû. Her wiha ji bilî pîrozbahiya serkeftinên Pêşmerge, behsa rola Pêşmerge ya li rûbirûbûna terorîstan kir û serxweşiyê jî li Serok Barzanî û kesukarê wan Pêşmergeyan kir ku li şerê dijî terorîstan da canê xwe gorî kirine û şehîd bûne û hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran xwest.
Serokê Civata Rihspiyên Îtalya rola Serok Barzanî li serkirdayetîkirina rewşê û şerê Da'îş û dirustkirina aramiyê bilind nirxand û ragihand ku rêzdar ji aliyê me ve pêgehekî xwe yê gelek bi hêz heye û serkirdeyeke ku xizmeta hemû mirovayetiyê dike û gel û Hikûmeta Îtalya xweşhalin li gel Serok Barzanî hevkar û hevsenger bin dijî terorîstan. Serokê Civata Rihspiyên Îtalya eve jî rûn kir ku Îtalya ji bilî warên hevkariyên serbazî ya rûbirûbûna terorîstan, hez dike li hemû waran da peywendiyên xwe li gel Herêma Kurdistanê zêdetir pêş bixe, bi taybetî li warên şuwênewar û tendirustî û xwendina bilind û yarmetîdana koçberan, karên cîddî jî dikin bo ku piştevaniya zêdetir ji bo Herêma Kurdistanê desteber bikin. Vekirina Konsolxaneya welatê xwe ya li Hewlêrê jî wekî belgeya wê xwestê nîşan da.
Her wiha spasî gel û Hikûmeta Kurdistanê jî kir ku ji bilî hebûna giriftên mezin, bi dilfirehiyê ve pêşwaziyê li koçberan kirine, bi bê cûdahiya neteweyî û olî û wê helwestê bilind nirxand û ragihand ku wan pêzanînê zêde ji bo wê karê mezin heye.
Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û spasî hevpeymanan û Hikûmet û gelê Îtalya jî kir ku li demên teng da palpiştiya xwe ji bo gelê Kurdistanê ragihand û hevkarê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bûn. Xweşhaliya xwe jî bi vekirina Konsolxaneya Îtalya li Hewlêr nîşan da û hêvî xwest peywendiyên Herêma Kurdistanê û Îtalya li hemû waran da pêşketinên zêdetir bi xwe ve bibîne.
Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî rewşa meydanî ya bereyên şer xisterû û ragihand ku barê giran yê şerê Da'îş ber gelê Kurdistanê ketiye lê belê gelê Kurdistanê xweragir bû û Pêşmerge jî efsaneya Da'îşê şikand û balkişand li ser wê yekê ku teror hereşeyekî ciddiye û pêwîste ji bilî li bereyên serbazî li rûyê fikrî û aborî ve jî şerê terorîstan bê kirin. Di derbarê hewandina koçberan jî Serok Barzanî wê yekê wekî şanaziyek ji bo gelê Kurdistanê behs kir ku sedema wê jî vedigere ser kultûra pêkvejiyan û aştîxwazî û hevdû qebûlkirina li nav Kurdistanê.
Rewşa siyasî û emniya Iraq û navçeyê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexda û pêşketinên peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Îtalya mijareke dinê vê kombûnê bû.
