Amerîka bangewaziyek pêşkêşî PKK û Tirkiyê kir
Wezareta Derve ya Amerîka ragihand, haya wan ji rewşa Bakurê Kurdistanê heye ji ber wê jî divê di navbera PKK û Tirkiyê de pêvajoyeke siyasî dest pê bike.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka John Kirby, di civîneke rojnamevaniyê de bersiva pirsên rojnamevanan da.
John Kirby li ser rewşa Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê got, em bûyerên ku li wir diqewimin dişopînin. Divê di navbera Tirkiyê û PKKê de pêvajoyek siyasî bê destpêkirin.
Kirby diyar kir ku ji bo aştiyeke mayîn tedbîrên ewlehiyê lazim in lê divê Tirkiye mafên sivîlan jî biparêze û xwe li hember wê yekê berpirsiyar bibîne.
Derheqê bicîhbûna hêzên Tirk li devera Başîkê ya Mûsilê jî wî rayedarê Wezareta Derve ya Amerîka got, nabe ti hêzek bêyî rizamendiya Iraqê li wî welatî bimîne yan jî derbasî wî welatî bibe.
