Di êrişa Başîkê de muxtaran alîkarî dabûn DAIŞê!
Hefteya borî çekdarên DAIŞê bi topan li hêzên Iraqî û Tirk ên li gundê Godadê li devera Başîkê ya Mûsilê bicîh bûne, dan. Di bûyerê de 2 milîsên sunnî yên Iraqê hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn, her wiha 4 leşkerên Tirk jî di wê êrişê de birîndar bûn.
Peyamnêrê Rûdawê Nasir Elî, derbasî nav wê kampê bû û derheqê wê êrişê de agahiyên girîng bi dest xist.
Derheqê wê êrişê de, berpirsê kampa Godadê Mihemed Yehya ji Rûdawê re got, wê rojê çekdarên DAIŞê nêzîkî 100 topên hawan û katyûşa li me dan. Hinek çekdarên me reviyan lê dîsa vegeriyan.
Mihemed Yehya anî ziman ku piraniya wan topan li nav kampê diketin û got, piştî ku me lêkolîn kir me zanîn ku du muxatarên ereb ên gundên wê deverê bi telefonê agahî dane DAIŞê.
Kampa Godadê par havînê hat avakirin. Ew kamp tenê 5 km dûrî çeperên Pêşmerge yên li ser çiyayê Başîkê ye.
Rudaw
