Hikûmeta Tirkiyê; PKK dixwest boriyên neftê yê Kurdistanê bi teqîne
100 kîlo madeyê teqandinê nêzîk boriyekê hatiye danin
Li gorî Ajansa Anadoluyê, gerîlayên PKKê çend bombe nêzîk cihê nefta Başûrê Kurdistanê lê tê derbaskirin bi cih kirine.
herwaha hat diyar kirin ku ew bombeyane di nav bitlên gazê de hatine bi cîh kirin û nêzîk navçeya Nisêbênê ya ser bi Mardînê hatibûn bi cîh kirin.
Li gora agahiyên Ajansa Anadoluyê hêzên Cendirme û Polîsê Tirkiyê piştî ku agahdar bûn, ew bombeyane bê tesîr kirine û têk birine.
Li gora Ragihandine Polîsê Tirkiyê ew bombeyane ji aliyê se, ango kûçik we hatine dîtin û nêzîk 100 kîlo madeyê teqandinê di nav bitlên gaze de hatibu bi cîh kirin û nêzîk 400 metre sîm pêve hatibu girêdan.
Basnews
