• Friday, 20 February 2026
logo

AKP: Divê Demirtaş were dadgeh kirin

Gulan Media December 23, 2015 Nûçe
AKP: Divê Demirtaş were dadgeh kirin

Parlemanterê AKPê di parlemena Tirkiyê de Mihemed Metîner di gotarekê bo rojanameya Star a Tirkiyê daxwazê dike ku, divê parlemena Tirkiyê Hesanetê ji Hevserokê Partiya Demokratiya Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş were kişandin jiber ew bûye “sedema şerê navxweyî li Tirkiyê”.

Di wê gotarê de navborî Demîrtaş bi serdana Mosko tuhmetbar dike, herwiha wî bi wê yekê tuhmetbar dike ku, Demîrtaş bûye berdevkê Qendîlê û ji biryar û fermana Qendîlê nayê der.

Li gorî Metîner, wê Demîrtaş biçe Mosko jiber Qendîlê ew biryar daye, heger navbera Tirkiyê û Mosko xweşba Demirtaş ew serdan nedikir, “Bi vê yekê Demirtaş şaştiyek mezin dike.”

Herwiha di gotarê de hatiye ku Demirtaş xelkê han dide ku şerê navxweyî li Tirkiyê bikin û piştgiriya wan dike jibo xelk xwepêşandanan pêkbînin. Herwiha gotiye: “Lewma divê hesanet ji ser wî were rakirin û were dadgeh kirin.”

Navborî tekez kiriye ku, ew ne ligel daxistina ti partiyek siyasî ye, lewma ew daxwaz nake ku HDPê were daxistin lêbelê “Divê Demirtaş wek serokê wê partiyê nemîne.”

Basnews
Top