• Friday, 20 February 2026
logo

Civata wezîran roja jidaykbûna Pêxember pîroz dike

Gulan Media December 23, 2015 Nûçe
Civata wezîran roja jidaykbûna Pêxember pîroz dike
Bi minasibeta roja jidaykbûna pêxemberê mezin yê Îsalmê Mihemed (silavên Xweda lê bin) pîrozbahiyên gerim li tev misilmanên Kurdistan, Îraq û hemû cîhanê dikin. Em hêvîdar in ev minasibete hokarê mokimkirina bingehên pêkvejiyan û aşitiya civakî be.

Ji bo gelê Kurdistanê şanaziye ku di deverê de mînaka pêkvejiyana bi aşitî û dostane ya ol û bîrûbaeriyên cuda ye, bi taybetî di serdemekê de ku pêla şidetxwaziyê dever ber bi alozî û rewşeke nexwestek ajotiye. Parastina buhayên ciwanên jiyandostî û mirovatî di hemû warên civakî, oilî, perwerde û kulturî de, û ji bona binbirkirin û rêgirtin li dirustbûna jîngeheke şidetxwaz bi navê olî, berpirsiyariyeke giring dikeve ser milê hemû kes, alî û saziyên olî, kulturî, civakî û siyayî li Kurdistanê ye.

Careke din roja jidaykbûna hezretê Pêxember li tev misilmana pîroz be û em hêvîxwaz in ev minasibete xêr, xweşî û serkeftina bereyê mirovatî, şaristanî û aştîxwazane ku pêşmergeyên mêrxasên Kurdistanê pêşengiya dike, be.

Civata wezîrên herêma Kurdistanê
22.12.105
Hewlêr
Top