Demirtaş gihîşt Moskowê
Li gel Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kamuran Yuksel û Berpirsê Pêwendiyên Derve yê HDPê Nazmi Gur serdana Rûsyayê kirine.
Demirtaş û şandeya pê re li ser vexwandina fermî ya Weezareta Derve ya Rûsyayê ev serdan pêk anîne. Demirtaş û şandeya pê re li balafirxaneya Moskowê ji aliyê girseyekê ve hat pêşwazîkirin.
Demirtaş dê sibe çarşemî 23ê Befranbarê bi Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey lavrov re bicive û piştî hevdîtinê her du alî dê konfransek hevbeş a rojnamevaniyê lidar bixin.
Herwiha Hevserokê HDPê dê beşdarî di merasima Komeleya Karsazên Kurd li Rûsyayê bibe.
Serdana Selahattin Demirtaş bo Rûsyayê dê tenê 1 roj be û dê roja pêncşemiyê dawî bi serdana xwe bîne û vegere Tikriyê.
Rudaw
