Hevpeymaniya Îslamî, PKK xist nav lîsteya terorê!
15ê Kanûna îsal, 33 welatên îslamî, ku piraniya wan sunnî ne, bi pêşengtiya Erebistanê hevpeymaniyek bi navê Hevpeymaniya Îslamî ya Dijî Terorê pêk anîn. Di nav wê hevpeymaniyê de welatên mîna Îran, Iraq û Sûriye, ku her sê jî şîe ne, cih nagirin lê Tirkiye cih digire.
Li gorî rojnameya El Weten a Erebistanê, hevpeymaniya han ragihandiye, ew tenê li dijî DAIŞê şer nakin dê li dijî hemû komên “terorîst” jî şer bikin.
Wan welatên îslamî lîsteyeke terorê jî derxistine ku navê PKKê jî di nav wê lîsteyê de ye. Jibilî PKKê, 13 rêxistinên din jî ji aliyê wan welatan wek rêxistinên terorîstî hatine destnîşankirin.
Hevpeymaniya Îslamî ya Dijî Terorê, PKK wiha daye nasîn: Rêxistineke çep û radîkal a kurdî ye ku li ser rêça marksîzmê dimeşe. Armanca wê avakirina dewleta serbixwe ya Kurdistanê ye. PJAK li Îranê, PYD li Sûriyê û PÇDK li Iraqê, baskên PKKê ne.
Tê zanîn, beriya çend rojan hinek parlamenterên kurd ên Iraqê daxwaz ji parlamentoya Iraqê kiribûn, PKK ji nav lîsteya terorê derxîne û wek hêzek opozîsyona Tirkiyê pesend bike lê ev yek nehatibû qebûlkirin.
Rudaw
