Serok Barzanî bîranîna ji dayikbûna pêxemberê me yê mezin pîroz kir
Bi helkefta bîranîna ji dayikbûna pêxemberê me yê mezin Mihemed Mistefa (Silavên xwedê li ser bê) pîrozbahiyê li hemû misilmanên cîhan, Iraq û misilmanên Kurdistanê bi taybetî dikim.
Hêvîdarim ev helkefta pîroz bibê handerekî dinê çespandina hemû hêviyên bilindên ola pîroza Îslam li dadwerî û lêborînî û pêkvejiyan û ji hevdû hezkirin û rêz li hevdû girtin, riswayî jî ji bo terorîstan û dijminên mirovayetiyê bimîne ku bi navê ol dirindetirîn reftarê li dijî mirovayetiyê encam dane û hewla têkdana bingehên pîrozên ola pîroza Îslam didin.
Hêvî dikim ev helkeft û boneya pîroz dergeha xêr û xweşiyê ji bo xelkê Kurdistanê û navçeyê bike û dawiyê jî bi zulm û tundrewiyê û dagîrkeriyê bê û welatê me li bexteweriyê da bijî.
Wessselamun aleykum werehmetulla we berekatuhu
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
11 Rebîulewel 1437 ê Koçî
22 Kanûna Yekema 2015 ê Zayînî
