Leşkerin Tirkiyê sivîlekî Kurd ji Efrînê kuştin
Zêrevanên Tirk li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de di heman dema ku çekdarên Bereya Elnusra êrîş birin ser gundewarên Efrînê li Rojavayê Kurdistanê, kesekî sivîl ji Efrînê bi guleyan kuştin.
Çalakvan ji gundewarê Efrînê Şêro Ehmed ji BasNews re ragehand: “Leşkerên Tirkiyê gule arasteyî welatiyê sivîl Bekir Mihemed ku bi temen 36 saliye ji nahiyeya Bilbilê ku nêzîkî sînore di encamp de ew bi 3 guleyan kuştin.
Herwiha Şêro Ehmed tekez kir ku, tevî hewldanên bizîşkan li nexweşxaneyê, lê di bin bandora birînên wî yên dijwar, Bekir Mihemed jiyana xwe ji dest da.
Ji aliyekî din ve, îro careke din çekdarên Bereya Elnusra êrîş bi çekên giran birin ser gundên Efrînê, şer û pevçûn di navbera wan û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de derket.
Çavkaniyek leşkerî ji Efrînê ji BasNews re ragehand: “Çekdarên Elnusra û hevalbendên xwe êrîş birin ser gundê Basûvanê ser bi nahiyeya Şêrawa ve.
Ev topbaran piştî du rojan ji rêkeftina dinavbera Odeya Fetha Helebê û YPGê de tê, lêbelê Elnusra û Lîwayê Ehrar Sûriya ragehandin ku ew dê pêbendî rêkeftinê nebin.
Basnews
