• Friday, 20 February 2026
logo

Konsulxaneya Îtalya li paytexta Herêma Kurdistanê tê vekirin.

Gulan Media December 22, 2015 Nûçe
Konsulxaneya Îtalya li paytexta Herêma Kurdistanê tê vekirin.

Îro bi merasimeke fermî Konsulxaneya Îtalya li Hewlêrê tê vekirin. Bi vî rengî hejmara konsulxaneyan li Herêma Kurdistanê dibe 18.

Niha 17 konsulxane li Başûrê Kurdistanê hene, 6 ofîsên balyozxaneyan, 6 balyozxaneyên fexrî û 4 ofîsên hemahengiyê ku 2 jê, yên saziyên navdewletî ne.

Welatên ku konsulxaneya xwe li Kurdistanê vekirine, ev in:

Amerîka, Fransa, Brîtanya, Almanya, Ordun, Misr, Rûsya, Îmarat, Çêk, Mecaristan, Çîn, Hollanda, Kuwêyt, Sûdan, Îran, Tirkiye, Filistîn.

Komara Çêkê, beriya hemiyan konsulxaneya xwe li Kurdistanê vekir, sala 2006ê.

Welatên mîna Nemsa, Erebistan û Beljîka jî dixwazin konsulxaneya xwe li Kurdistanê vekin.


Rudaw
Top