• Friday, 20 February 2026
logo

Navendeke biyanî: Kurd mezin bûn, DAIŞ biçûk bû!

Gulan Media December 22, 2015 Nûçe
Navendeke biyanî: Kurd mezin bûn, DAIŞ biçûk bû!
Navendeke lêkolînê ya biyanî eşkere kir ku di sala 2015ê de Başûrê Kurdistanê kariye %2 deverên xwe yên ketibûn destê DAIŞê, rizgar bike, Rojavayê Kurdistanê jî %186 axa xwe zêde kiriye.

Navenda lêkolînê ya bi navê IHS Janes, ku ofîsa wê ya sereke li Brîtanyayê ye, ragihandiye, rêxistina DAIŞê li Sûriye û Iraqê %14 axa ku dagîr kiribû, ji dest daye.

Di rapora wê navendê de hatiye gotin ku jidestdayîna bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê û devera Şingalê û rêya navbera Mûsil û Reqayê, ziyanek pir mezin li DAIŞê daye.

Li gorî lêkolînên navenda IHS Janes, hêzên kurdî li Rojavayê Kurdistanê %186 axa xwe zêde kirine her wiha hêzên Pêşmerge jî karîne%2 ji axa Kurdisana Iraqê ji destê DAIŞê derxînin.

Di rapora wê navenda lêkolînê de hatiye zanîn ku hêzên iraqî jî %6 axa Iraqê ji destê DAIŞê standine lê rêjîma Şamê %16 axa ji dest daye.

Navenda IHS Janes her wiha eşkere kiriye ku bi giştî di sala 2015an de DAIŞê %14 ji axa xwe ji dest daye.

Rufaw
Top