• Friday, 20 February 2026
logo

ENKS: PYD’ê Ala Kurdistanê qedexe kir

Gulan Media December 22, 2015 Nûçe
ENKS: PYD’ê Ala Kurdistanê qedexe kir

Qeyrana siyasî ya di sala 2012’an li Sûriyê dest pê kir tesîreke mezin li Rojavayê Kurdistanê jî kir. Bi qeyrana şerê navxeyî ya li Sûriyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Rojavayê Kurdistanê li cihên ku rejîma Beşar Esad vala kir, bicîh bû û dest danî ser rêvebiriya bajaran.

Piştî ku hêzên Nusra û DAİŞ’ê ajotin ser gund û bajarên Rojava û berxwedana YPG’ê destpêkir, herem di nav şer de kavil bû, di nav kurdan de jî pirsgirêkên navxweyî destpêkirin. PYD û partiyên din yên kurd ku li bin sîvana ENKS’ê de ne li gel hewildanên hevkarî û yekîtiyê dest bi şerê desthilatiyê kirin.

Helbet ji ber ku PYD xwedî hêzên çekdar û alîkariya rejimê bû di demek kin de hêzên din li heremê tasfîye kir û monopola leşkerî bidest xist. Li gel vê yekê jî asayîşa PDY’ê li dijî partiyên din û muxalefetê dest bi siyaseta çewisandinê kir. Di encam de gelek ji kadroyên ENKS’ê hatin kuştin, girtin an jî sirgûnkirin. Xebata çendîn partiyên din hatin qedexekirin. Li gel vê yekê PYD li heremên Rojava leşkeriya neçar jî ragehand û keç û xortên di temenê leşkeriyê de ne, neçarê çekgirtinê kir.

Siyaseta PYD’ê ya li dij muxalefetê û li beramberê kes û layên ku ne ji wan in di demek kin de bû pirsgirêka herî mezin li heremê. Ji ber vê siyaset û çewisandinê bi dehhezaran rojavayiyan koçkirin. Ciwanên ku koçî Başûr kirin û nêzîkî ENKS’ê bû, bi navê Peşmergeyên Roj, yekineyên leşkerî avakirin û tevlî şerê dijî DAİŞ’ê bûn. Niha di nav siyaseta kurd ya Rojava’da yek ji mijarên nakok, vegera van Peşmergeyan e. PYD rê nade ku ji bilî YPG ya bi wan re girêdayî ye, li Rojava hêzeke çekdar ya kurdan hebe.

Xetimandina lêvegera siyasî
Li ser mezinbûna pirsgirêkan Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo danûstendin û lihevhatina aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê di Tîrmeha 2012’an de aliyên siyasî yên Rojava li Hewlêrê li hev kom kir. PYD û ENKS li ser sê xalan li hev kirin û biryara wê yekê sitendin ku ew ê hem ji bo birêvebirin hem ji bo parastin û hem jî ji bo rewşa aborî ya Rojava desteyan avabikin û bihevre tev bigerin. Piştî îmzekirina wê Peymana Hewlêrê bi du hefteyen endamên PYD’ê dan zanîn ku ew ne pabendî wê biryarê ne û ew wê biryarê nas nakin.

Lêbelê PYD heta 10’ê Cotmeha 2014’an siyaseta û îdeolojiya xwe li ser xelkê zal kirin û bi xetera ketina Kobanê jî re dîsa berê xwe dan HRK’ê û “xwestin” bi ENKS’ê re rûnên û li hev bikin. Di vê serdana jî de aliyên siyasî yên TEV-DEM û ENKS’ê li Duhokê li hev kom bûn û piştî wê kombûnê rêkeftin durist bû û aliyên siyasî weke Rêkeftina Duhokê li ser sê xalan li hev kirin û di encama wê rêkeftinê de encûmena Lêvegera Siyasî ava bû. Aliyen siyasî yên TEV-DEM’ê pabendî wê Rêkeftina Duhokê jî nebûn û siyaseta xwe ya dengî li ser Encûmena Lêvegera Siyasî jî ferz kirin û bûn sedem ku karê Lêvegera Siyasî raweste. PYD’ê bi wan kiryarên xwe rê li ber siyaseteke muxalîf girt û kir ku xelk cih û warê xwe bi cih bihêlin û da endam û xebatkarên partiyên din ê siyasî jî bên zindanîkirin.

Êrîşa merasîma Ala Kurdistanê
Herî dawî asayîşa bi ser PYD’ê bi ser merasîma Ala Kurdistanê ya li Girgê Legê de girt û rê neda merasîm bi rêve biçe. Hêzên asayişa bajarokê Girgê Legê yê li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê bi 3 otomobîlên agirkuj ava şid li beşdarên merasîmê reşandin û hewl dan ku rê nedin beşdarên merasîmê Ala Kurdistanê bilind bikin.

Serokê ENKS’ê Îbrahîm Biro ji BasNûçe’yê re axivî û eşkere kir ku zêdetir ji hezar kes beşdarî merasîma bilindkirina Ala Kurdistanê bûn û asayîşa PYD’ê rê li ber wan girtiye û êrîşî wan kiriye da ku Ala Kurdistanê bilind nekin û merasîm pêk neyê. Biro bal kişand ser pêkutiyên PYD’ê û wiha berdewam kir: “Beriya ku merasîm destpêbike dest bi êrîşan kirin. Rêya dihat bajarokê Girgê Legê girtin da ku xelk nere wî bajarî û beşdarî merasîmê nebe. Lê belê ji heft salî heta heftê salî bi hezara xelk derketin kolanan û ala Kurdistanê bilind kirin.”

Biro tekez kir ku PYD û layengirên wê Ala Kurdistanê qebûl nakin û wan ji xwe re aleke taybet çêkiriye û Ala Kurdistanê qedexe kirine. Her wiha Biro amaje bi wê yekê kir ku şervanên kurd ji bo bilindkirina ala rengîn xwîna xwe rijandine û PYD wê alê nas nake û dijî wê rêdariyê jî derdikeve.”

Her wiha hat zanîn ku piştî bi serde girtina merasîmê asayîşa PYD’ê bi ser xelkê de girtiye û hemwelatiyên bi navê Xelîl Hecî Osman, Ebdurehman Hiso, Mistefa Hemo, Şêxmûs Mihemed li Gerkê Legê hatin girtin û zindanî kirin.

Leşkeriya neçar û zarokên li zindanê
Li hêla din Îbrahîm Biro bal kişand ser êrîşa PYD’ê ya li gundê Siwêdiyê yê Dêrîkê jî û da zanîn ku 8 kes ji aliyê asayîşa PYD’ê ve hatine girtin û ew niha di girtîgehê dene. Biro da zanîn ku di nava girtiyan de zarok jî hene kiryarên PYD’ê ne dih cih dene. Li gundê Siwêdiyê yê ser bi Dêrikê ve, hêzên asayişa PYD’ê xwestin çend xortan bibin “leşkeriya neçar” lê malbatên wan nehiştin û di encamê de alozî di navbera asayiş û gundiyan de derket û asayişê piştre bi dehan ji gundiyên Siwêdiyê girtin.

Li Rojava asayişa PYD’ê bi karwanekî otombîlan û bi hejmareke mezin hêzên asayîşê berê xwe didin gundê Siwêdiyê yê ser bi Dêrikê ve. Bi taybetî jinên gund bi diruşmêyên “zarokên me bidin me” berzkirine û dayik û zarokên wan ji aliyê asayîşên ve hatine destgîrkirin.

PYD: Ciwan li dijî qanûnan derdikevin
Li aliyê din rêvebirê PYD’ê li Qamişlo Ekrem Hiso jî ji BasNûçe’yê re got ku êrîş û fişar li ser ENKS’ê tuneye û nûçe û vîdyoyên di medyayê de cih digrin jî rastiyê nişan nadin. Ekrem Hiso da zanîn ku ew ji wan êrîşî merasîma Ala Kurdistanê jî nekiriye. Hiso di berdewamiya axaftina xwe jî bal kişand ser êrîşa girtina ciwanên li Girgê Legê jî û îddîa kir ku ciwanan bi ser asayîşê de girtiye û li dijî yasa û qanûnan derketine. Hiso, wiha berdewam kir: “ENKS’ê divê piştgiriya kurdan bike. Bi neyarên kurd re rûdine. Ji bo kurdan çi tê kirin li dijî wê radiweste. Kiryarên wan nayên qebûlkirin.”

Hiso li hêla din bang li ENKS’ê jî kir ku divê bên li Rojavayê Kurdistanê bi cih bibin û tevlî “rêveberiya xweser” bibin û beşdarî reforma Rojava bibin. Hiso her wiha domand: “Çareserî li Rojava ye. Bila ENKS dev ji beşdariya rêxistin û hevkariya li dijî Rojava berde, berê xwe bide Rojava û bên beşdarî rêveberiya xweser bibin û din ava wê de cih bigrin.”

Basnews
Top