• Friday, 20 February 2026
logo

Numan Kurtulmuş; Me beşek ji hêzên xwe kêşane xalên paş

Gulan Media December 22, 2015 Nûçe
Numan Kurtulmuş; Me beşek ji hêzên xwe kêşane xalên paş

Berdevkê Hikûmetê û Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê Numan Kurtulmuş di daxuyaniyek çapemeniyê da got; ‘’Hebûna leşkerên Tirk li Iraqê bi armanca perwerde kirin û parastina Mûsilê ye, lê ji ber rewşa ewlekariya herêmî me hêzên xwe kêşane xalên paş.’’

Kurtulmuş diyar kir ku di vê dawiyê de bi armanca parastina xelkê herêmê, wan leşkerên xwe li dijî DAİŞê bi cîh kiriye, lê nepixandina vê bûyerê di çapamenî û ji aliyê hikûmeta Iraqê ve, ev pirsgirêk gehande rayagiştî ya navdevletî.

Kurtulmuş got: ‘’Herwaha bu mijarek geheşte Yekitiya Ereb û Netewên Yêkbûyî û pirsgirêk mezin bû. Tirkiye jî, ji bo berçav girtina vê hesasiyetê û gef xwarinên DAİŞê, me hêzên xwe kêşane paş û cîhên ku hatine destnîşan kirî li Bakûrê Iraqê.’’

Kurtulmuş amaje bi wê yekê kir ku bi vê pêngavê, ew aliyên ku di xwestin li ser qampa Başîka re, pirsgirêkan di naw Tirkiyê û Iraqê de derbixin, sernekeftine.

Alikarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmeta Tirkiyê Numan Kurtulmuş di dawiya axaftina xwe de wiha got; ‘’Hebûna leşkerên Tirkiyê li Başîqa û bi rêkirina leşkeran wê berdevam bike. Armanca leşkerê zêde bo ew cîhe bilindrakirina hestyariya me ya li hember DAİŞê û parastina leşkerê Tirkiyê li wê derê ye. Naha beşek ji leşkerên me hatiye paş, lê ez tiştek dî lê zêde bikim. Em hebûna xwe ya wê derê naxine xeteriy

Basnews
Top