• Friday, 20 February 2026
logo

Hikûmeta Kurdistanê reformên êkonomî dixe warê praktîkê

Gulan Media December 22, 2015 Nûçe
Hikûmeta Kurdistanê reformên êkonomî dixe warê praktîkê

Di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê û bi amadebûna Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr, roja duşemiyê 21.12.2015ê li bajarê Hewlêrê civata wezîran civiya û çend biryarên giring di warê baştirkirina rewşa êkonomî de dan.

Di destpêka civînê de, serokwezîr got ku herêma Kurdistanê di kirîzeke êkonomî ya dijwar û giran de ye, ew kirîz gihiştiye astekê ku êdî hikûmeta herêma Kurdistanê neçare hindek biryarên biwêrane bide û bi her awayî ji bona zêdekirina dahatiniyê û kêmkirina xerciyan bixebite daku bikaribe pêşiyê li wê kirîza heye bigire û bernameya reformên êkonomî ku demeke dirêje hikûmet kar jê re dike bi cî bike:

- Ji bona rûbirûbûna kirîza êkonomî me pêwîstî bi wê yekê heye ku, gişt desihiladarên herêma Kurdistan û tevaya pêkhate û aliyên siyasî jî berpirsiyariyê bigirin ser xwe û em hemû bi hev re rûbirûyê kirîzê bibin û vê qonaxê derbas bikin.

Di civînê de, cîgirê serokwezîr behsa sedemên serhildana kirîza êkonomî kir û got ku, gelek sedemên cuda hene û hemû bi hev re tesîreke xerap li ser rewşa êkonomî li herêma Kurdistanê hebû weke; birîna budceya herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Îraqê ve, nizimbûna buhayê neftê, şerê dijî DAÎŞê, hatina hijmareke zêde ya penaber û koçberan bo herêma Kurdistanê û çend hokarên din.

Civîna civata wezîran ji bona rûbirûbûna kirîza êkonomî ev biryarên li jêr dan ku hemû dê di destpêka sala 2016ê bikevin warê piraktîkê de:

1. Dermaleya postên serokê herêma Kurdistanê û cîgirê wî, serokwezîr û cîgirê wî, hemû wezîran û yên bi dereceya posteya wan in, yên mûçeyên wezîr û wekîlwezaret werdigirin û yên bi dereceya wezîfeya wan in, şêwiretmend û xwediyên postên taybet li gişt saziyên herêma Kurdistanê, serok, cîgir û endamên civata dadweriyê û dadgeha temîzê û dadweran û endamên dozgeriya giştî ji 50% tê kêmkirin û tu awayên dermaleyên din jê re nayê xeric kirin.

2. Dermaleya taybet ya postên serokê parlamentoyê, cîgirê wî û sekreter û endamên parlamentoya Kurdistanê bi rêjeya 100% tên ragirtina.

3. Dermaleya taybet ya postên rêvebirên giştî û yên di wê dereceta de bin û yên mûçe û dermaleya rêvebirên giştî werdigirin bi rêjeya 30% tê kêmkirin.

4. Pêwîste mûçeyê teqawîdên derece bilind û taybet û mûçeyê wan jî yên piştî derketina vê biryarê tên teqawîdkirin bi heman rêje bên rêxistinkirin û ragirtina dermaleya wan di dema destnîşankirina mûçeya wan ya teqawîdê û bi awayê paşkevt jê re bê tomar kirin heta qanûneke nû ji bo reorganîzekirina miaşê teqawîdan bê derkirin.

5. Tev ew dermaleyên bi xwediyê postên taybet û rêvebirêb giştî û serokên yekîneyên îdarî weke; walî û cîgirê walî, qaymeqam û rêvebirê nahîye li ser mîlakê tev wezaretan û saziyên herêma Kurdistanê tê ragirtin û bi tenê mûşeyê esasî yê wan wezîfeyan tê xeric kirin.

6. Karkirin bi her du qanûnên xizmeta şaristanî û qanûna mûçeyê karmendên dewletê û sektora gişrî yên taybet bi mercên bilindkirina derceya wezîfeya karmendan ji 01.10.2016 heta pesindkirina budceya giştiya herêma Kurdistanê a sala 2016ê.

7. Komkirina zaniyariyan li ser wan kesên mifadarin ji wergirtina mûçeyên taybet, hevakriyên çavdêriya civakî û bîmeyê û dabeşkirina wan li gor çîn û katagoriyên cuda û destnîşankirina wî pereyê cuda ku weke hevkariya çavdariya malbatê û kêmendam werdigirin, û ew zaniyarî digel pêşniyarên pêwîst li dor reorganîzekirina vê pirsê bi komîteya balaya darayî bidin bi şertê ku pêşniyar û rênîşander şert û pîvanên pêwîst li xwe bigirin.

8. Pêkanîna komîteyekê ji bona ku, pêşîneya tev wezaret û saziyên herêma Kurdistanê, bi liberçavgirtina rewşa awaretya êkonomî û sînordariya çavkaniyên dahatiniyê, di berçavan re derbas bike. Paşî ew komîte bi raportekê komîteya balaya darayî ji pêşniyarên xwe agadar bike, bi liberçavgirtina siruştê kar û çalakiyên ew wezaret û saziyên ku xizmetên asayîş, parastin, saxlemî, kareba û şaredarî pêşkeş dikin. Ew komîteye divê xişteyekî, tablo, amade bike ku pêşîneyên berê û yên piştî lêkolînê beçav bike.

9. Pêkanîna komîteyekê ji bona reforman di struktura hikûmeta herêma Kurdistanê û pêkhateya civata wezîran, wezaret û saziyên hikûmetê bi berçavgirtina rewşa êkonomî ya herêma Kurdistanê û bercestekirina kêmkirina saziyên giştî li herêma Kurdistanê û kêmkiirna xerciyan û ew komîteye bi raportekê têbînî, dîtin û pêşniyarên xwe bide komîteya balaya darayî.

10. Ragirtina xerickirina kirêya kareb, generator û xizmetgozariyên mehane ji budceya giştî ji bo tev ew postên bala ku di avahî û xaniyên taybet de akincî ne, li gişt saziyên herêma Kurdistanê bê cudahî, piştî 01.10.2016 mesref hemû dikeve ser yên akincî di wan xanî û avahiyan de bi xwe.

11. Ragirtina karkirin bi rênîşanderên darayî yên wezareta darayî û aborî yên taybet bi cîbicîkirina madeya 13 ji qanûna mûçeya karmendên dewletê û sektora giştî, jimare 22 a sala 2008ê taybet bi desthilatên bexşîna dermaleya metirsiyê ji aliyê wezîr û serokên aliyên negirêdayî bi wezaretan û bi tenê serokatiya civta wezîran wan desthilatan piyade dike.

Top