• Friday, 20 February 2026
logo

Barzanî ferman da: Xwe ji referandûmê re amade bikin

Gulan Media December 21, 2015 Nûçe
Barzanî ferman da: Xwe ji referandûmê re amade bikin
Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Giştî yê PDKê Mesûd Barzanî daxwaz ji partiya xwe kir ku ligel partiyên din ên Kurdistanê amadekariyên referandûma serxwebûnê bikin.

Duhî Encumena Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serpireştiya Serokê PDKê Mesûd Barzanî civiya. Piştî civînê PDKê daxuyaniyek belav kir.

Referandûm

Di civîna PDKê de pirsa amadekariyên rederandûma serxwebûnê hatin nirxandin û Barzanî daxwaz ji partiya xwe kir ku ligel partiyên din dest bi kar bikin.

Endamê Encumena PDKê Aras Heso Mîrxan derbarê wê mijarê de ji Rûdawê re ragihand: “PDK kar dike bo pirsgirêkên Herêma Kurdistanê mezintir nebin û biryar e di demeke nêzîk de PDK û YNKê civîneke girîng lidar bixin.”

Aras Heso Mîrxan wiha got: “Barzanî di civîna duhî de, daxwaz kir ku em ligel partiyên din rêyekê bo kar bibînin bo amadekariyên referandûma serxwebûna Kurdistanê.”

PDK û Gorran

Heso derbarê pirsgirêka Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê û Tevgera Gorranê ragihand: “Nabe Yûsif Mihemed wek Serokê Parlamentoyê vegere ser karê xwe. Herwiha heta ew xwe wek Serokê Paralamentoyê bibîne, civînên parlamentoyê çênabin. Em ji vê helwesta xwe venegerin û me ev yek ji YNKê re jî gotiye.”

Wî berpirsê PDKê wiha domand: “Me ji Amerîka û nûnerên welatên cîhanê re gotiye, nabe PDKê şerê DAIŞê bike û Gorran û Yûsif Mihemed pirsgirêkan ji Kurdistanê re derxînin. Wan jî helwesta me fêm kir.”

Gorran û PDKê

Tevgera Gorran jî li hemberî PDKê bê helwest nemaye û Berdevkê Fermî yê wê tevgerê Şoreş Hacî derbarê gotina PDKê ku dibêje, heta Yûsif Mihemed neyê guhertin, parlamento nacive, ji Rûdawê re ragihand: “Biryar ne li cem Gorran e, li cem PDKê ye û eger PDKê wisa dibêje, bila parlamento necive û em Yûsif Mihemed naguherin.”

Piştî ku çend navendên PDKê li parêzgeha Silêmaniyê hatin şewitandin, wê partiyê berpirsyaretiya wan tevliheviyan xist histê Gorranê de û ew ji hikûmetê dûr xistin û rê neda Serokê Parlamentoyê ji Silêmaniyê bê Hewlêrê ser karê xwe.

Helwesta YNK ji PDKê hatiye guhertin

YNK di çend civînan ligel PDK û Gorran de hewl daye ku wan herdu aliyan jihev nêzîk bike û pirsgirêka Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê çareser bike.

Şoreş Hacî derbarê hewlên YNKê de ragihand: “YNKê pêşniyarek pêşkêş kir, di nav de guhertina Yûsif Mihemed hebe, lê me red kir.”

Endamekî Polîtburoya YNKê jî eşkere dike ku, helwesta partiya wî ji PDK û Gorranê hatiye guhertin.

Wî berpirsê pilebilind ê YNKê ku daxwaz kir navê wî neyê eşkerekirin, ji Rûdawê re ragihand: “YNKê niha xwe amade dike, da ku xwe zêdetir nêzîkî PDKê bike û helwesta xwe ji PDKê biguhere. Herwiha PDKê jî rewşa navxwe ya YNKê fêm dike û ew jî dê çend gavan bi aliyê me de bên. Niha di gelek waran de ku girêdayî çarenivîsa Herêma Kurdistanê bin, em herdu biryarên hevbeş didin.”

Rudw
Top