Barzanî rênmayî nû dide Pêşmerge
Fermandarê Hêzên Pêşmerge Hisên Yezdanpena aşkera kir ku, di bereyên şer de her guhartinekî çêbibe, ji vê guhartinê Serokê Herêmê tê agahdar kirin û ew jî rênmayî nû dide Pêşmergeyan.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmerge li Eniya Qela Rojhilatê Kerkûkê Hisên Yêzdanpena, ji bo BasNewsê got; ‘’Mehek berî naha pêşbîniya erîşên DAİŞê hatibû kirin, pêşbîniyên me jî di cih de bûn. Ji ber kû DAİŞê zêdetir sûd li hevayên mij werdigirt û bi van erîşan dixwazin şkestên xwe yên berê derbaz biken. Ji bo vê jî hata demjimêrên erîşê xwe jî de guhartin çêkirine, beriya niha berî demjimêr 2yê şev erîş dikirin, lê naha guhartine û ber bi demjimêrên serê sibehê erîş dikin û erîşên xwejî bi şêvazê partîzanî dikin’’
Yêzdanpena herwaha got; ‘’Tiştê ku em dizanin hejmarekî zêde kesên biyanî di naw DAİŞê de şer dikin û didin şer kirin û gelek grûbên cûda êrîşên cûda, şêvazên cûda li ser Pêşmerge dixwazin pêşbêxin.
Di berdewama axaftina xwe de Yezdanpena dîyar kir ku ew gûhartinên çêdibin bi lezgînî Serokê Herêmê tê gahadarkirin û ew jî di cîh de rêniyanên pêwîst dide fermadarên Pêşmerge.
Basnews
