Îran dixwaze bendawên Dûkan û Derbendîxan hişk bike
Wezareta Çavkaniyên Enerjî yê hikûmeta Îranê li bajarê Pawe û parêzgeha Ûrmiyê, pêşiya av û çemên ‘’Sîrwan û Kelwê’’ digre û bi vî awayî dixwaze bendava Dûkan û Derbendîxanê hişk bike.
3 Parlamenterên Kurd li Encûmana Nûneran a Iraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê agahdar dikin diyar dikin ku ji aliyê Îranê ve hewil tê dayîn bendavên Dûkan û Derbendixan tê hişk kirin.
Parlamenter Mehmûd Riza, Rengîn Ebdullah û Emîn Bekir di daxûyaniyekî çapameniyê de wek 3 parlamenterên Kurd ku endamên Encûmena Nûnerên Iraqê de cîh digrin, li ser xebata devleta Îranê ya hişk kirina bendavên Dûkan û Derbendîxan pirs û fikarên diyar kirin.
Mehmûd Riza got; ‘’Îran ji bo çêkirina 9 bendavên mezin û 5ê biçûk û herwaha çend tûnelan dest bi kar kiriye û armanca wan pêkanînan jî hişk kirina bendawên Dûkan û Derbendîxan e.’’
Herwaha Mehmût Riza di berdewama daxuyaniya xwe de got; ‘’Ji ber çêkirina wan bendavan, bendava Daryan ku nêzîkî bajarê Pawe ye, dê bibe pirsgirêkek mezin ji bo Herêma Kurdistanê, ji ber ku tenê çavkaniya ava bendava Derbendîxan û ji sedî 40ê çavkaniya ava Dûkanê li Rojhilatê Kurdistanê ve tê. Lê çêkirina wan bendavan wê herdû av û çeman hişk bike.’’
basnews
