Xwekujekî xwe bi hêzeke amerîkî de teqand
Fermandarê Navçeya Bagram a Afganistanê Ebdulşukur Qudusî di daxuyaniyekê de ragihand: “Xwekujekî xwe bi hêzên hevbeş ên Amerîka û Afganistanê de teqand û di encamê de, 5 leşkerên amerîkî hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.”
Herwiha Berdevkê Tevgera Talîban Zebîhullah Mucahîd li ser Twittera xwe berpirsyaretiya teqînê li xwe girt û ragihand: “19 leşkerên amerîkî di êrişê de hatine kuştin û hejmarek jî birîndar bûne.”
Ofîsa Nato li Afganistanê jî ragihand: “Teqînek li nêzîkî navenda asmanî ya Bagram çêbû û niha lêkolîn li ser wê bûyerê dest pê kir.”
Bagram nêzîkî 40 km li bakurê bajarê Kabul ê paytexta Afganistanê ye. Navendeke leşkerî ya Amerîkayê li wir e, ku 9 hezar û 800 leşkerên amerîkî di wê navendê de ne.
Rudaw
