• Friday, 20 February 2026
logo

Banga vegera diyalogê

Gulan Media December 21, 2015 Nûçe
Banga vegera diyalogê

Alican Ebedinoğlu: Pirsgirêk bi xendek û operasyonan naye çareserkirin
Serokê DESOB’ê Alican Ebedinoğlu di derbarê operasyonê de ragihand ku ji bo qedandina operasyonan wan waliyê Amedê re hevdîtin çêkiriye lê belê waliyê Amedê di derbarê qedandina operasyonê de dîrokek eşkere nekiriye. Ebedinoğlu da zanîn ku kêşe ew ê bi xende û operasyonan bi dawî nebe û wiha domand: “ Rastiya vê pirsgirikê heye; ev pirsgêrik bi çalekiyên, bi kolana xendekan, bi operasyonan, bi qedexekirina derve û bi balafirokan bomba reşandinê nayê çareserkirin. Gelên herêmê, dewlet û PKK jî baş zanin ku pirsgêrik bi tedbîrên ewlehî û operasyonan nayê çareserkirin. Ji ber vî qasê em dixwazin ku her du alî bi lez vegerên li ser maseya muzakerê.”

Serokê DTSO Ahmet Sayar: Divê diyalog dest pê bike
Serokê DTSO Ahmet Sayar jî bal kişand li ser rewşa nû û da zanîn ku piştî pêvajoya çareseriyê qonaxeke nû ya pevçûnê dijî. Sayar wiha got: “Bi heftan li bajaran qedexeya derketina kolanan tê îlankirirn. Pêvajoya çareseriyê bi rêya diyalogê pêşketibû. Hem PKK biryara bêçalekiyê da bû, hem jî opersyon çênebû.” Sayar diyar kir ku ev rewşa ku didome rewşekî xeternak e lê tê kontrolkirin û ku bixwazin dîsa dikarin vegerin pêvajoya çareseriyê. Bi vî awayî ew ê rewş bidome. Sayar wiha domand: “Şaşiyên pêvajoya çareseriyê çêbûne, divê mirov van şaşiyan baş binirxîne û bingeha pêvajoya çareseriyê qonaxekî nû dest pê bike.” Sayar da zanîn, pevçûn û bi taybet jî li bajaran qedexeya derketina kolanan aboriyê paş dixe. Sayar wiha got: “Bi hezaran kargeh rewşa ber devê îflasê ne, bi hezaran însan jî dê bimînin bêkar.”

Serokê DİSİAD’ê Burç Baysal: Divê vegerin krîterên Kopehangê
Serokê DİSİAD’ê Burç Baysal di derbarê qûtbûna pêvajoya çareseryê de got domandina pêvajoya çareseriyê vegera krîterên Kopenahgê ne. Baysal da zanîn ku rewş nabe ku wiha berdewam bike û wiha got: “Eger ku ji bo vegera krîterên Kopenhagê hewldanek çêbe, dikarin vê pevçûnê ji holê rakin. Divê Tirkiye pirsgêrika kurd bi rêya dîyalogê dest pê bike. Di vê mijarê de HDP jî polîtikayên nû û pêşniyariyên erînî divê atmosferekî nû ava bike û AKP jî dev ji zimanê tundî berde û divê pêvajoya çareseriyê bidomînîne.”

Serokê Şaxa İHD’a Amedê Raci Bilici: Keştî av bigre em hemû bixeniqin
Serokê Şaxa İHD ya Amedê Raci Bilici di derbarê bûyerên dawî de anî ziman ku van 40 salê dawî de PKK û kurd dibêjin em gelên ji ber vê qasî mafên me hene. Bilici wiha got: “ Eger ku kurd hebin mafên wan jî hene, bi awayê divê mirov binirxîne. Lê înkar didome. Ew kesên ku vê înkarê red dikin îro tên îmha kirin.” Di berdewamiya axaftina xwe de Raci Bilici diyar kir ku bêdengiya rojavaya Tirkiye dişîbe salên 90’î û ew kesên ku li Geziyê xwiya dikin îro ji ji bo Kurdistanê tev nagerin ev yek jî rewşeke bi xeter e. Bilici wiha domand: “Çareseriya vê pisrgêrikê maseya dîyalogê ye. Di demên borî de ev hate ceribandin.”

Serokê Şaxa Mazlum-Der a Amedê Ali İhsan Gültekin: Ji bo masa diyalogê kolana xendekan xelet e
Serokê Şaxa Mazlum-Der a Amedê Ali İhsan Gültekin jî ragihand ku HDP û piştgiryên wê di daxuyaniya hevbeş a çapemeniyê de ku di derbarê xwedî derketina rêveberiya xweser û parastina xendekan de rewşekî tundî derixist holê û dewlet jî nerazîbûna xwe bi biryarekî cîdî û dijwar ve da eşkere kir. Gültekin bal kişand ser rewşa şer ü wiha got: “Di dawî de 30 sale ku vê tekoşînê dikin. Zanin rêveberiya xweser û xweserî tê çi wateyê. Bi kolana xendekan û bi barîkatan ev rewş naye çareserkirin. Ev pirsgêrik ew ê li ser zagonên makeqanûnî bê çareserkirin.”

Sekreterê Şaxa Eğitim-Sen a Amedê Sadrettin Kaya: Perwerdeya navçeyên Sûr, Bağlar, Yenişehirê hat rawestandin
Sekreterê Şaxa Eğitim-Sen a Amedê Sadrettin Kaya diyar kir ku di pêvajoya aşitiyê de pevçûn, mirin û qedexeya derketina kolanan tune bû û bi dawîbûna proseya aştî û çareseriyê mirin û pevçûnan dîsa dest pê kir û zarok jî ji vê yekê nikarin biçin dibistanan. Sadrettin Kaya wiha got: “PKK’ê agirbest îlan kir lê ev agirbest bi erênî nehat qebulkirin, ji ber vê qasî şer dewam kir. Ne diyar e ev rewş dê çi qas bidome. Divê bi lez diyalog çêbe.” Kaya li ser rawestandina perwerdê jî nêrînê xwe anî ziman û got: “A niha li navçeya tevahiyê Sûrê û li Farqînê çend dibistanan perwerde nîne. Ji ber pevçûn û bûyerên li navçeya Sûrê, Bağlar û Yenîşehîrê jî perwerde nayê kirin.”

Basnews
Top