• Friday, 20 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Parlemena Erebî kir

Gulan Media December 21, 2015 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Parlemena Erebî kir
Roja dûşem 21.12.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Ehmed Bin Mihemed El Cerwan Serokê Parlemena Erebî û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de Serokê Parlemena Erebî serxweşiyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî û kesukarê wan Pêşmergeyan kir ku li şerê terorîstan da canê xwe gorîkirine û şehîd bûne û pîrozbahiya serkeftinên mezinên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê jî ya şerê terorîstên Da'îş de li Serok Barzanî kir û pesnê rol û qehremanî û xebata gelê Kurdistanê ya li parastina mirovayetiyê da kir. Her wiha pêzanînên xwe jî ji bo gelê Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hebû ku sedanhezar koçberan hewandiye û bûne penageheke lêqewimiyan û hatina xelkê ya Herêma Kurdistanê ji ber keramet û mezinî û dilfirehiya xelkê Kurdistanê ye.

Serokê Parlemena Erebî û şanda li gel tekez li ser palpiştiya xwe ya ji bo mafê rewayên gelê Kurd kir û ragihand ku cîhan divê piştevanê gelê Kurdistanê bê û wekî Parlemena Erebî amadehiya xwe nîşan da ku hewlên xwe yên ji bo yarmetîdana Herêma Kurdistanê bidin.

Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û spasî helwesta wan kir û her wiha destxweşiyê li wan welatan kir ku yarmetiyê pêşkêşî koçberan kirine û balkişand li ser rola rêxistina Îmarata Yekgirtiya Erebî ku di demên teng û dijwar da yarmetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirine ku zêdetir hevkariya penaber û koçberan bike. Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de behsa dirindeyî ya terorîstan û her wiha rewşa bereyên şer kir û di derbarê koçberan jî Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku çareseriya bingehîna koçberan eweye ku navçeyên wan bê azad kirin û vegerin cihên xwe û yarmetiya wan bidin.

Top