• Friday, 20 February 2026
logo

Parlamenterê Sûriyê: Bila kurdên Sûriyê qet hizra dewletê nekin

Gulan Media December 21, 2015 Nûçe
Parlamenterê Sûriyê: Bila kurdên Sûriyê qet hizra dewletê nekin
Parlamenterê Sûriyê Şerîf Şihadê ragihand ku, ti paşeroja YPG û PKKê li Sûriyê tune ye. Herwiha got, bila kurdên Sûriyê di xeyalan de jî hizra dewletekê nekin.

Zêdetirî 500 hezar kes li Sûriyê hatine kuştin, nîvê wî welatî wêran û tije çekdar bûye. Tiştê ku rêxistinek mîna DAIŞê li wir derketiye, lê Şerîf Şihadê ku ser bi rêjîma Sûriyê ve ye, dibêje: “Rewşa Sûriyê pir baş e û welat di bin kontrola Artêşa Erebî ya Sûriyê de ye.”

Şihadê ku li Hewlêrê bû, di hevpeyvînekê de ligel Rûdawê de behsa dewleta Kurdistanê û çarenivîsa hêzên YPGê piştî arambûna rewşa Sûriyê kir.

Wî parlamenterê Sûriyê ragihand: “Cudahî di navbera DAIŞa Sûriyê û DAIŞa Iraqê heye, ku xelkê Sûriyê tevlî wê nebûne, lê li Iraqê piraniya çekdarên wê ji Iraqê ne.”

DAIŞ li Sûriyê navçeyeke berfireh kontrol kiriye, lê ew dibêje: “% 30ê ji axa Sûriyê di destê DAIŞ û Bereya Nusreyê de ye. DAIŞ bi alîkariya Tirkiyê hat nava Sûriyê, lê di dawiyê de dê jinavbiçin û em jê natirsin.”

Şerîf Şihadê da zanîn ku, jibilî hêzên ku piştevaniya hikûmetê dikin, ew danûstandinê ligel ti hêzeke din li derveyî hikûmetê nakin, herwiha hevahengiya wan tenê bi hêzên nêzîkî hikûmetê re heye. Şihade tekez kir ku, terorîst ji nêzîkî 100 welatên cîhanê hstine nava Sûriyê û li dijî hikûmetê û xelkê Sûriyê şer dikin.

Şihadê Artêşên Îran û Rûsya û çend hêzên din wek “dostên Sûriyê” bi nav dike û dibêje: Hatina hêza Rûsya, şêwirmend û efserên pilebilind ên Îranê û çekdarên Hizbullaha Libnanî bo welatê me û şerkirin li dijî komên çekdar, li ser daxwaza Serok Beşar Esed bûye û ew dostê Sûriyê ne.

Parlamenterê Sûriyê derbarê pirsa kurd li Rojavayê Kurdistanê û paşeroja kurdan li wî welatî û çarenivîsa hêzên YPGê piştî nemana komên çekdar, wiha got: “Pirsgirêka kurdî li Sûriyê ne nû ye û pirsgirêkeke kevin e. Rast e kurd daxwaza mafên rewşenbîrî û çandî dikin, ku ez venaşêrim ku Hikûmeta Sûriyê di vê yekê de kêmxembûye.”

Lê derbarê egera cudabûna kurdan û avakirina dewletekê li Rojavayê Kurdistanê Şihadê wiha got: “Biryara Encumena Ewlekariya Niştimanî ya Sûriyê heye ku nabe welat perçe bibe û divê yekperçe bibîne.”

Şerîf Şihadê wiha domnad: “Eger nêta kurdan bi avakirina dewletekê li Sûriyê hebe, em qebûl nakin. Yê ku hizra dewletê bike xeletiyê dike. Bila kurd di xeyalê de jî hizra dewletekê nekin. Em qet rê nadin avakirina dewleta Kurdistanê.”

Tevî ku YPGê pir bi tundî şerê grûpên tundrew dike û piraniya axa Rojavayê Kurdistanê ji metirsiya terorê parastî ye, lê ew parlamenterê Sûriyê derbarê paşeroja wê hêza kurdî dibêje: “Cihê YPG û PKKê di Sûriyê de nabe.”

Şihadê wiha domand: “Di şerê li dijî DAIŞê de, hevahengî di navbera Hikûmeta Sûriyê û YPGê de heye. Hikûmetê piştevaniya wan kiriye, bi taybetî di warê çekan de, lê piştî ku rewş aram bibe dê her tişt bikeve bin kontrola hikûmetê de û ti hêzek li derveyî Artêşa Sûriyê nikare çek helbigre. Ne PKKê, ne PYDê û ne jî YPGê bi ti awayî nabe bimînin. Rast e niha azad in, ji ber ku şerê DAIŞê dikin.”

“Barzanî şaşîtî kir”

Ligel serhildana krîza Sûriyê û avakirina Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), Serokê Sûriyê Beşar Esed hewl da ku bi rêya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bandorê li kurdên Rojava bike, da ku li dijî hikûmetê nesekinin, lewma bi firmî Barzanî vexwend bo Şamê, lê Barzanî ew vexwendin red kir.

Beriya şoreşa Sûriyê Şamê bi ti awayî navê Herêma Kurdistanê qebûl nedikin û amade nebû wek Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li Barzanî bike.

Şerîf Şihade dilgiraniya Hikûmeta Sûriyê ji ber redkirina Barzanî venaşêre û dibêje: “Barzanî şaşîtî kir dema vexwendina Serok Esed red kir. Ma beriya niha Talebanî û Barzanî li kûderê bûn? Ma ne li Sûriyê bûn? Gerek Barzanî ew serdan kiriba. Hizir dikirin ku Esed namîne, lê her ma.”

Herwiha derbarê paşeroja Beşar Esed jî, wî parlamenterê gotina xwe wiha qedand: “Dema roj ji aliyê rojava derkeve, wê demê Beşar Esed namîne. Em dizanin ku roj ji rojava dernakeve, lewma dê Serok Esed her wek Serokê Sûriyê bimîne.”

Rudaw
Top