• Friday, 20 February 2026
logo

Li Sûr, Cizîr û Silopiyê şer bi dijwarî didome

Gulan Media December 20, 2015 Nûçe
Li Sûr, Cizîr û Silopiyê şer bi dijwarî didome

Operasyonên dewleta Tirkiyê li bajarên Sûrê û Cizîrê û Silopiyê yên bakûrê Kurdistanê bi dijwarî didomin û şerê kolan bi kolan berdewame, Sûr di bin topbaranê de ye û li Silopiya 11 welatiyên Kurd hatine kuştinê.

Li navçeya Sûrê ya Amedê êrîşîn hêzên dewletê ev 19 roj in bê navber êrîşî didomîne Hêzên dewletê ku serê sibehê êrîşên xwe dijwartir kirin bi topebaranê navçeyê diweşitînin. Li gelek noqteyên navçeyê du bilnid dibin. Li taxên Karadenîz, Savaş û Hasirliyê û derûdora avahiyên nêzî mizgefta Kurşunlu û Sûka Mast şewat didome, malên li dora Dibistana Seretayî ya Suleyman Nazîf jî hate hinbûn ku dişewitin. Ji ber şewatê ji gelek cihan agahî nayê wergirtin û derbarê encama şewatan de agahî nehat wergirtin.

Li taxa Nûh a Silopiyayê, dayika 11 zarokan Taybet Înan (57) û tiyê wê bavê 6 zarokan Yûsûf Înan (40) ên ku duh êvarê tîmên taybet gule li mala wan reşandin û birîndar bûn, danê vê sibehê 20/12/2015 jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin ku Taybet û Yûsûf Înan ên duh bi giranî birîndar bûn, ji ber ku ji êrîşên hêzên dewleta Tirk nikarîbûn rakin nexweşxaneyê, xwîn ji wan çûne, lewma jiyana xwe ji dest dane.

Li Silopiyayê, hejmara mirovên ji aliyê çekdarên dewleta Tirk ve di dema "qedexeya" dawî de hatin qetilkirin 2 jê zarok bû 9 kes bûne.

Li navçeya Cizîrê jî, êrîşa bi tank û topan a leşker û polîsên Tirk a li dijî gelê Kurd, dewam dike. Gel jî li hemberî êrîşan li ber xwe dide.

Li taxa Cûdî, polîsên tîmên taybet û leşkerên dewleta Tirk hewl dan bi maşînên zirxî bikevin nava taxa Cûdî û di encama berxwedana ciwanan de ji neçarî xwe vekişandin. Li taxê, pêgera keşfê ya polîsên Tirk a li hewayê dîmen dikişand, hat xistin.

Xendan
Top