• Friday, 20 February 2026
logo

Îsraîl li Şamê da: Mezinekî Hizbullahê hat kuştin

Gulan Media December 20, 2015 Nûçe
Îsraîl li Şamê da: Mezinekî Hizbullahê hat kuştin
Serkirdeyê Hizbullaha Libnanî û dîlê berê di zindanên Îsraîlê de Semîr Qintar li taxa Ceremana ya Şamê hat kuştin. Medyaya Hikûmeta Sûriyê dibêje, Îsraîl ew kuşt.

Li gorî medyaya erebî, şevê din hejmarek rokêt li Ceremana ketin û di encamê de gelek mal û xanî herifîn û gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin.

Lê çavkaniya wan rokêtan bi piştrastî eşkere nekirin û hin ji wan dibêjin, ew rokêt ji navçeyên di bin destê dijbereya Sûriyê hatine avêtin.




Lê dezgehên ragihandinê yên Hikûmeta Sûriyê dibêjin, Îsraîl li Semîr Qintar da. Herwiha Hizbullaha Libnanî ew nûçe piştrast kir.

Li gorî ajansa Reutersê, birayê Semîr Qintar, Besam Qintar li Facebooka xwe serxweşî li malbata xwe kir, lê behsa hûrgiliyên kuştina wî nekir.

Herwiha hat ragihandin ku, 11 berpirsên din ên Hizbullahê û çend pasdarên Îranê ligel Qintar hatine kuştin.


Îsraîl çi dibêje?

Wezîrê Avakirinê yê Îsraîlê Yoaf Cilant ji radyoya welatê xwe re ragihand: “Tiştekî normal e ku kesekî wek Semîr Qintar nemîne. Ez piştrast nakim û red jî nakim ku balafirên me li wî dan.”


Herwiha berpirsên din ên Îsraîlê, di nava wan de berdevkê Artêşa Îsraîlê red kirin ku ti daxuyaniyê li ser wê êrişê bidin.



Semîr Qintar kî ye?

Semîr Qintar girtiyê herî kevin ê Hizbullaha Libnanî bû di zindanê Îsraîlê de, ku ji sala 1979an dema temenê wî 16 sal bû di zindanê de bû. Qintar bi tohmeta kuştina 2 welatiyên Îsraîlê hatibû girtin, lê wî bi xwe ew yek red dikir û digot ew herdu kes di pevçûnan de hatin kuştin.

Sala 2008 di pevguhertina dîlan di navbera Îsraîl û Hizbullaha Libnanî de, Qintar ligel 4 dîlên Hizbullah hatin berdan. Ew niha berpirsê yekê yê desteya leşkerî ya Îsraîlê bû.


Rudaw
Top