• Friday, 20 February 2026
logo

Hikûmetê hişyarî da: Sala bê dê pir zehmetir be

Gulan Media December 20, 2015 Nûçe
Hikûmetê hişyarî da: Sala bê dê pir zehmetir be
Berpirsekî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku, sala 2016ê dê sala reformê be li Kurdistanê. Herwiha da zanîn ku, kirîza darayî metirsiyeke mezin e li ser Hikûmeta Kurdistanê û dibe ku sala bê ji ya 2014 û 2015an zehmetir be.

Serokê Fermangeha Hevahengî û Pêdeçûnê ya Serokatiya Encumena Wezîran Dr. Nûrî Osman ji Rûdawê re ragihand: “Bêguman sala 2016ê dê sala reformê be li Kurdistanê. Me li her cihekî dest pê kiriye. Sala 2014 û 2015an hejmarek reform hatine kirin, lê me eşkere nekirine.”


Dr. Nûrî Osman hişyarî da ku, sala 2016ê dê saleke pir zehmetir be bo hemû Herêma Kurdistanê û dibe ku sala bê ji ya 2014 û 2015an zehmetir be.

Osman wiha got: “Girîng e hikûmet hin karên pêwîst bike , lê ew kar xelkê dilgiran dike. Dibe ku ew kesên niha di hikûmetê de ne, berdêla wan karan bidin di roja hilbijartinan de û dengên wan kêm bibe. Yan jêkirin nexweşiyê û yan mirin, em jî dê jêkirinê hilbijêrin û reformê bikin.”

Serokê Fermangeha Hevahengî û Pêdeçûnê ya Serokatiya Encumena Wezîran wiha domand: “Çarenivîsa Herêma Kurdistanê dê di sala bê de eşkere bibe. Metirsiya DAIŞê nagihê wê astê ku dê me jinav bibe. Herwiha ev kirîsa siyasî yak u li Herêma Kurdistanê heye, Kurdistanê jinav nabe û tiştekî normal e û li hemû cîhanê heye.”

Nûrî Osman ragihand: “Lê eger kirîza aborî neyê çareserkirin û reform neyê kirin, metirsiyek mezin li ser hebûna Herêma Kurdistanê dibe.”

rudaw
Top