• Friday, 20 February 2026
logo

HDP nûnertiya xwe ya fermî li Rûsyayê vedike

Gulan Media December 20, 2015 Nûçe
HDP nûnertiya xwe ya fermî li Rûsyayê vedike
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş dê serdana Rûsyayê bike.

Selahedîn Demîrtaş duh ji televîzyoneke Tirkiyê re got, ezê roja 23ê vê mehê serdana Rûsyayê bikim.

Derheqê sedema serdana xwe de jî Demîrtaş got, emê li Mosko nûnertiya partiya xwe vekin, ezê ji bo wê biçim.

Hevserokê HDPê her wiha ragihand, dê bi Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov jî hevdîtin bike û wiha got: “Em bi bandor in ji ber wê jî em dixwazin hêza xwe bikar bînin…”

Demîrtaş beriya niha jî çûbû Amerîka û bi hinek rayedarên wî welatî û saziyên sivîl re hevdîtin kiribû.

Rudaw
Top