Serok Barzanî serdana bereyên şer yên li mîhwera Başîk kir
Li vê serdanê da Serok Barzanî gotarek ji bo Fermande û Pêşmergeyên her sê mîhwera Başîk, Xazir û Naweran pêşkêş kir û têda destxweşiyê li qehremanî û serkeftinên hêzên Pêşmerge li wan sê mîhweran kir û serxweşiyê jî li kesukarên wan Pêşmergeyan kir ku li şerê dijî terorîstan da canê xwe bext kirine û şehîd bûne û hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran xwest.
Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de behsa êrîşa berî çend rojan ya terorîstên Da'îş ya li ser wan her sê mîhweran kir û ragihand ku zêdetirê meheke terorîst xwe ji bo vê êrîşê amade kirine û êrîşeke mezin li ser sengerên Pêşmerge encam dan, lê belê şikestekî mezin jî xwarin. Serok Barzanî behsa li qurbanîdana Pêşmerge kir û tekez li wê yekê kir ku parastina welat pêwîstî bi qurbanîdane û Kurdistan ji bo wê yekê bi nirxe ji ber ku xwîn û qurbaniyê bi navê wê da daye û madem Kurdistan jî xwedî Pêşmergeye her serdikevê û eve jî xisterû ku cîhan bi çaveke rêz ve temaşa qurbanîdana gelê Kurdistanê û hêzên Pêşmerge dikin. Serok Barzanî balkişand li ser şerên vê dawiyê ya hêzên Pêşmerge û terorîstan û ragihand ku ew şer waneyekî nû bûn ji bo xweragiriya me hemûyan û pêwîste em xalên xwe yên lawaz nehêlîn û xalên xwe yên bihêz xûrttir bikîn.
Her li vê serdanê da Serok Barzanî li gel Fermande, Efser û piledarên her sê mîhwerên Başîk, Xazir û Naweran civiya û gûhda dîtin û nêrîn û têbîniyên wan yên li ser rewşa meydaniya bereyên şer û pêdiviyên Pêşmerge û her wiha wan plan û amadekariyên serbazî nirxandin ku li paşarojê de wan mîhweran li holê dane. Li vê civînê de Serok Barzanî rênuwênî û şîretên pêwîst ji bo Fermandeyên Pêşmerge xisterû.
Ji bo temaşekirina videoya vê gotarê ji kerema xwe li ser vê nivîsê bitikînin...
